Tîma Basketbolê ya Bêasteng a Amedsporê, Koma B ya Lîga 1emîn bi serkeftî temam kir û di dîroka xwe de cara yekemîn derket Lîga Superê.
Tîma Basketbolê ya Bêasteng a Amedsporê ku di Koma B ya Lîga 1emîn de têdikoşiya, di fînala play-offê de bi tîma KKTC Vakiflar a Astengdar re hat pêşberî hev. Pêşbirka fînalê li navçeya Manavgat a Antalyayê hat lîstin û bû qada reqabeteke mezin. Di dawiya maçê de Amedsporê hevrikê xwe yê bihêz 72 û 70 têk bir û cara pêşîn di dîroka xwe de mafê lîstina di Lîga Superê de bi dest xist.
Rêveberiyê tîma xwe pîroz kir
Rêveberiya kûlubê der barê serkeftinê de daxuyaniyek da û wiha got: “Tîma me ya Basketbolê ya Bêasteng, koma xwe di rêza yekemîn de temam kir û derket Lîga Superê. Em hemû lîstikvan, tîma teknîkê û berpirsyarên branşê yên tîma xwe ku derketine Lîga Superê pîroz dikin. Em tîma xwe ya ku tevkarî li pêşvebirina spora bêasteng kir pîroz dikin.”
Bi vê serkeftinê re, piştî tîma futbolê ya Amedsporê ku îsal derket Lîga Superê, tîma basketbolê jî gihişt lîga herî jor. Bi vî rengî Amedspor wê di serdema nû de li her du lîgan nûnertiya Amedê bike.













