* Bi ser Peymana Sykes-Picot ku di navbera Fransa û Îngilistanê de bi veşartî hatibû îmzekirin re 110 sal derbas bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê peymanê weke bingeha parçebûna Kurdistanê dinirxîne û dibêje; “Têkçûyina Sûriyeyê têkçûyina vê peymanê ye. Statukoya berê ya Rojhilata Navîn ji holê rabû.”
* Nûrettîn Ataman ev 33 sal û 4 meh in girtî ye û tehliyeya wî di 13ê Gulanê de 6 mehên din jî hate taloqkirin. Masûm Kara derbarê taloqkirina tehliyeya bûrayê xwe Nûrettîn Ataman de diyar kir ku Nûrettîn Ataman li dijî wan dibêje, ‘ez heme’ û got: “Nurettîn Ataman di hevdîtinê de ji min re gotibû ‘34 salên din jî werim girtin ez nabêjim poşman im. Xwîna min û bêhndayîna min bûye tevgera Kurd. Em girêdayî tevger û Serokê xwe ne’.”
* Umît Sevîm diyar kir ku birayê wî Ozgur Sevîm li Girtîgeha Tîpa Syê ya Kirşehîrê tê ragirtin û qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir û anî ziman ku ji lêgerînên mafên mirovan binpê dikin bigire heta sirgûnên kêfî gelek zext hene û diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi zanebûn girtiyan provoke dike.
* Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê, dê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ku dê 2 rojan bidome, li Baroya Wanê li dar bixe. (10:00-17:00)
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, bidomînin. (12:00)
* Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li Sumer Parka Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî deynin. (12:00-18:00)
* NÇM, Dibistana Egîdê Cimo ya MA Musicê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê û Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî dê li Parka Yogurtçuyê bernameyekê li dar bixin. (12:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1103yemîn de berdewam bike. (12:00)
* Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê, çalakiya xwe ya ku her du hefteyan carekê ji bo girtiyên nexweş li dar dixe, dê li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê bidomîne. (13:00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 610emîn de li Cadeya Sakarya ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13:00)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê dê li Qada Bajêr ya Wanê bi dirûşma “Dem dema guhertinê ye, ciwan her tim pêşeng e” konserekê li dar bixe. (16:00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari dê li Qonaxa Cemîl Paşa tev li bernameya bidawîbûna Forûma Aştî û Azadiya Civakî bibe. (18:00)
* Rêxistinên DEM Partiyê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê dê bi şîara “Gavek ji bo Aştiyê” bi awayê hemwext meşên girseyî li dar bixin û daxuyaniyan bidin. (18:30)
Kirmanckî
Amed de çiqas nêbo 300-400 hezar kesê ke zazakî qal kenê est ê. No ziwan ver bi qedîyayiş şono û seba ke weşîya xo biramo baro giran keweno serê milê şaredarîyan. No derheq de kar û xebatê Şaredarîya Şaristanê Girdî ya Amedî û qezayanê Amedî çik o û kamcî aste de, aye ser o ma persê xo kerdê û ma dî ke zaf Şaredarîyanê Amedî de cayê kirmanckî hema hema çin o!








