Saziyên ziman û çanda Kurdî yên li Stenbolê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Stenbolê şahiyek li dar xistin û banga divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî hate kirin.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Dibistana Egîdê Cimo ya MA Musicê, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê û Komuna Çand û Hunerê ya Ekînê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yogûrtçûyê ya navçeya Kadikoyê şahiyek li dar xist. Rêveberên DEM Partî, DBP û HDKê, endam û rêveberên saziyên ziman û gelek kes tev li şahiyê bûn.
Li parkê pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê resmî û perwerdehiyê”, “Zimanên beyanî çek ê kincên me ne, lê Zimanê Kurdî çerm û laşê me ye û Statuya Kurdî Perwerdeya bi Kurdî” hatin daliqandin. Bername bi kargeha zarokan dest pê kir. Paşê axaftin hate kirin.

‘Divê ziman di dibistanan de jî bê hînkirin’
Endamê NÇM Kenya Korkmaz diyar kir ku gelek tişt di jiyanê de guherîne lê hezkirina ji bo Kurdî neguherî û got: “Gelek kes ji bo Kurdî ked da. Hemû xebat bi yek armancê pêk tên, ev armanc pêşxistina ziman e. Îro zimanê Kurdî di nav malan de tê axaftin lê divê ziman di dibistanan de jî bê hînkirin.”
Pîştî axaftinê Koma Gulên Mezra Botan a zarokan derketin ser dikê û strîn. Paşê jî Koma Erbaneyê ya Amargiyê derket ser dikê û hunera xwe nîşan dan.
Bername li ber stranên stranbêj Ayfer Duztaş, Umut Gunduz û Lawîn bi dawî bû.























