12emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê bi konsera ku bi hezaran kes tev li bûn, bi dawî bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 12emîn Mîhrîcana Ziman, Çand û Hunerê ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê û Komeleya Birca Belek ve tê rêvebirin bi konsereke bi coş bi dawî bû. Li gel emdam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran kes tev li konsera dawî ya li Qada Agirkujiyê bûn. Di konserê de Koma Stêrkên Cûdî û Rojhat Cizîrê stranên xwe vegotin û bi hezaran kesan govend li ber stranan gerand.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axaftinek kir û bal kişand ser pokîtîkayên dewletê yên li ser ziman û çanda Kurdan. Mehmet Zekî Îrmez got ku parastina ziman û çandê parastina nasnameya Kurdan e û divê her kes xwedî li vê parastinê derkeve.
Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan jî bang li ciwanên Cizîrê kir ku ew li hember pokîtîkayên şerê taybet şiyar bin û xwedî li çand, huner û zimanê xwe derkevin.
Di konserê de bênavber dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’ hat berzkirin û konser bi gerandina govenda li ber stranên hunermendan bi dawî bû.















