Desteya Bilind a Dadweriya Iraqê biryara darvekirinê ya Ecac Tikrîtî weşand û ragihand ku tawanbar Ecac Ehmed Herdan bi cezayê darvekirinê hatiye cezakirin.
Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê ji ber jenosîda li dijî Kurdan li girtîgeha Nugre Selman cezayê darvekirinê da Ecac Tikrîtî. Nivîsa Desteya Dadweriya Bilind a Iraqê, ku dîroka 14ê gulana 2026an di bin de ye, behsa cezayê darvekirinê ji bo sûcên jenosîdê û sûcên li dijî mirovahiyê dike.Li gorî biryarê, bersûc Ecac Ehmed Herdan (Ecac Tikrîtî) bi cezayê darvekirinê hat cezakirin.
Ecac Tikrîtî ji ber kuştina komî, birçîkirin, îşkencekirina heta mirinê, veşartina di gorên komî de, windakirinên bi zorê û tecawiza jinên girtî li Girtîgeha Nugre Selman wê bê darvekirin.
Dadgehê her wiha ji bersûc re ragihand ku belgeyên biryarê dê ji Dadgeha Îstînafê ya Federal re werin şandin da ku nirxandinek bike, tenê 10 roj mafê îtîrazê jêre hate dayîn.














