Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tîpa F a Sîncanê, bi boneya berdana wan bi sedemên keyfî tê astengkirin, derbarê endamên Lijneya Îdare û Çavdêriyê de gilî kirin.
Girtiyên nexweş Pinar Tîkît û Fatma Aslan ku di meha dawî de bi biryara lijneyê berdana wan hate astengkirin û girtiya 34 salan Nedîme Yaklav ku cara 7emîn e berdana wê tê astengkirin, bi boneya endamên lijneyê bi beyanên derveyî rastiyê û keyfî mafê wan ê tehliyeyê tê astengkirin serî li Serokatiya Meclisê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan.
‘Nirxandinên wan derveyî rastiyê ne’
Girtiyan her wiha derbarê endamên lijneyê de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî giliyê sûc kirin. Girtiyan di daxwaznameyên xwe de bal kişandin ser daxuyaniyên nerast ên lijneyê û ev tişt anîn ziman: “Tevî ku me ji bo hevdîtina bi psîkolog re gelek caran serlêdan kir jî, daxwazên me nehatin qebûlkirin. Lê belê li dijî vê yekê di dema nirxandinê de sedema astengkirina tahliyeyê wekî ‘Tevlî hevdîtinên psîkolog nebûye’ tê nîşandan.”
Girtiyan diyar kirin ku ev nirxandinên ku tên kirin, bi temamî derveyî rastiyê ne. Li gorî agahiyên hatine girtin, girtiyên jin wê ji niha pê ve her hefte derbarê endamekî cuda yê lijneyê de giliyê sûc bikin û têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.













