Di semînera ji bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pêk hatî de axafvanan bal kişand ser xeteriyên heyîn û xwestin ku têkoşîna ziman bi her awayî bê mezin kirin. Di semînerê de xelatên Pêşbirka Çîroknûsên Ciwan jî hatin dayîn.
Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman, Meclîsa Ziman û Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî yên Şaredariya Peyasê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Eywana Kargehan a Şaredariyê semînera bi navê “Xurtkirina Hîşmendiya Ziman û Xelatkirina Çîroknûsên Ciwan” li dar xist. Akademîsyen û nivîskar Dr. Dîlawer Zeraq li ser ‘Hîşmendiya Ziman’, mamoste û çalakvana ziman Semra Bîrtane li ser rewşa zimanê Kurmançkî û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar jî li ser rewşa zimanê Kurdî û xetereyên li pêşiya ziman axavîn. Di bernameyê de Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, alîkarên hevşaredaran, endamên Meclîsa Ziman, endamên Yekeya Parastin û Pêşxistina Ziman, nûnerên MED-DERê, gelek nivîskar û Gerînendetiya Ciwan û Karên Civakî amade bûn.
Xelatên pêşbaziyê hatin dayîn
Berî axaftinan, xelatên Pêşbaziya Çîroknûsên Ciwan a ku di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de ji bo xwendekarên lîseyê hatibû lidarxistin, hat dayîn. Piştre derbarê xebatên bi boneya Cejna Zimanê Kurdî de hatine kirin, agahî hatin dayîn.
‘Bibin pêşeng û bersiv bidin daxwazên gel’
Cîgirê Hevşaredaran Yilmaz Guneş di semînerê de axivî û wiha got: “Pêşketina ziman di şert û mercên pir dijwar de derbas dibe. Ji bo têkoşîna ziman divê em di nav rexnedayîneke mezin de bin. Wek şaredariyê em dixwazin bibin pêşeng û bersiv bidin daxwazên gel. Parastina rewa, xwedîderketina ziman e.”
‘Zimanê fermî li ser zimanê me hat ferzkirin’
Akademîsyen û Nivîskar Dr. Dîlawer Zeraq li ser mijara ‘Hişmendiya Ziman’ pêşkêşi kir û wiha axivî: “Habîtusa Kurdî beriya damezrandina Komara Tirkiyeyê li her devera Kurdistanê hebû. Bi damezrandina komarê re zimanê Tirkî li me hat ferzkirin. Ev ferzkirin ji bajaran dest pê kir û ber bi gundan ve çû. Zimanê fermî yê dewletê pêşî hişê rewabûnê têk bir. Zimanê Tirkî bi rewabûna tundî û tawanbariyê di hişê me de cih girt. Ev jî bû sedema bişaftinê. Pêşî di perwerdehiya fermî û leşkergehê de qedexekirin, di hişê me de hate rûniştandin. Zimanê fermî li ser zimanê me hat ferzkirin.
‘Parastina Zazakî pir girîng e’
Mamoste û xebatkara ziman Semra Bîrtane li ser ‘Hîşmendî û Muhîmîya Ziwane’ axivî. Semra Bîrtane detnîşan kir ku zaravaya Kirmançî jî din zimanê din bin xetereyê de ne û wiha bilêv kir: “Di sala 1999an de li gorî rapora UNESCOyê, li cîhanê 2500 zimanên di bin metirsiyê de hene. Li Tirkiyeyê jî 18 ziman di bin xeterê de ne. Mixabin ku Zazakî jî di nav van zimanan de cih digire. Ji nav zimanên kevnar ên Mezopotamyayê yek jî Zazakî ye ku gihiştiye roja me. Li gorî zaraveyên din ên Kurdî, nivîsandina Zazakî gelekî dereng maye. Ji ber vê yekê berhemên wê yên edebiyata modern û klasîk kêm in. Ji bo ku nifşên nû nasnameya xwe, reh û bingehên çand û dîroka xwe nas bikin, parastina Zazakî pir girîng e. Ji ber ku veguhastina Kurdî tenê hînbûna zimanekî nîn e, ew veguhestina hafizeyekê, nasnameyekê û hebûnekê ye.”
‘Her rojê bikin roja zimanê Kurdî’
Di dawiya semînerê de Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dil Bahar li ser rewşa zimanê Kurdî û xetereyên li pêşiya wî axivî û wiha got: “Ji ber ku me di warê zimanê Kurmancî de xwe bi pêş nexistine, ez rexnedayîna xwe didim. Çîroka 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku çawa hate îlankirin, pir hindik em tev dizanin. Divê em pîrozbahiyan di vê rojê de asê nehêlin û her rojê bikin roja zimanê Kurdî. Ziman bi bikaranînê û bi zanînê divê em deviyên jiyanê şîn bikin. Heger ev nebe, qedr û qîmeta ziman jî nîn e. Mirov ji bo bigihîje tiştekî, divê têbikoşe. Saziyên me, şaredarî û parlamenter, gava ku dibêjin ‘çima zarok bi Kurdî naaxivin’, divê pêşî li xwe binêrin. Ew Kurdî di xwe de ava nakin, lewma nabe zimanê me jî. Xwe guhertin pêwîst e. Divê em hîşmendiya zimanê Kurdî fêr bibin û bi zanîn tevbigerin. Ger em nikaribin vê yekê bikin, em ê nikaribin ziman jî bidin parastin. Hewcedariya me bi dirûşman nîne ku em bêjin ‘Ziman Rûmet e!’. Rûmet e, lê em bi xwe rûmetê pêk nayînin. Hêzên dagirker û mêtînger têra xwe êrîşî ser ziman dikin” Heval Dil Bahar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên Kurdan kir ku têkoşîna ziman mezin bikin.
Piştî axaftvanan, ji aliyê hevşaredaran ve destegul ji bo axaftvanan hatin diyarkirin û bername bi dawî bû.


















