Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk li Amedê hate eşkerekirin. Di deklarasyona konferansê de hate diyarkirin ku dji bo asta qanûnî, destûrî û peymanî pêwîstî bi dariştina hin rêzikên hiqûqî heye da ku rê li ber entegrasyona demokratîk bê vekirin û wiha hate gotin: “Beri her tiştî, divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin ku ew yek ji aktorê herî giring ê pêvajoya aştiyê ye.”
Komîsyona Amadekar a Konferansa Hiquqnasên Kurd a Demokratîk deklerasyona Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiya Hiqûqa Demokratîk” li Qonaxa Îskenderpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê eşkere kir. Li pişt maseya ku daxuyanî hat xwendin pankarta “Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk” hate daliqandin. Tê payîn konferans di 4-5ê Tîrmehê de li Amedê bê lidarxistin.
Serokên baroyên bajarên wek; Amed, Wan, Mûş, Mêrdîn, Sêrt û Batmanê, nûner û rêveberên rêxistin û saziyên mafên mirovan û hiqûqê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Metna deklarasyonê bi zaravayê Kurmancî Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, bi zaravayê Kirmanckî endamê OHDê Mehmet Emîn Gokdemîr û metna bi Tirkî jî Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter xwend.
‘Hebûna gelê Kurd ku yek ji avakerên Komara Tirkiyeyê ye sed sal in tê înkarkirin’
Abdulkadîr Guleç da zanîn ku ew wekî pêkhateyên konferansê dê di çarçoveya hiqûqeke nû, demokratîk û avaker de bi armanca tevkariyê ji bo bidestxistina “Mafê Azadî, Statû û Aştiyê” li dar bixin û wiha got: “Em we hemûyan silav dikin. Hebûna gelê Kurd ku yek ji pêkhateyên avaker ên Komara Tirkiyeyê ye sed sal in tê înkarkirin, ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya îro di bin rejîmeke awarte de tê birêvebirin û mafên wan ên ku ji gelbûnê çavkanî digirin, li derveyî hiqûqê hatine hiştin. Siyaseta tunehesibandinê ya ku li dijî mafê hebûn û nasnameyê û mafên çandî yên gelê Kurd tê meşandin, ji destpêkê ve wekî polîtîkayeke dewletê tê sepandin. Ev polîtîkaya dewletê, bi binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û mafên komî yên Kurdan hatiye meşandin. Digel vê yekê, ji bo bidawîanîna hemû awayên dijberî û berxwedanê yên ku her kesî li hemberî van kiryarên derhiqûqî û polîtîkayên yekperest, înkarker nîşan dane her cure rêbaz hatine bikaranîn. Di pêvajoya wan şer û pevçûnan de ku di nîvê sedsala dawîn de qewimîn, li Kurdistanê û li Tirkiyeyê êşên mezin ên civakî rû dan. Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes hatin girtin, gund û bajar hatin rûxandin û valakirin, bi milyonan mirov bi darê zorê ji cihên xwe hatin koçberkirin û mafê gel ê siyaseta demokratîk hat astengkirin. Di hin serdemên vê pêvajoya şer de, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gelek hewldan çêbûn, lê her carê jî ev hewldan bi provokasyonan hatin bidawîkirin. Pêvajoya aştiyê ya salên 2013-2015an jî rastî heman encamê hat û bi rejîma awarte ya piştî pevçûnan, asta herî bilind a bêhiqûqiyê dest pê kir. Di tevahiya vê pêvajoya dîrokî de ku wekî çerxa înkar û serhildanê tê binavkirin, bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27ê Sibata 2025an ku ji hêla birêz Ocalan ve hate kirin, şikestineke dîrokî pêk hat.”
‘Beri her tiştî, divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin’
AbdulKadîr Guleç banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fesixkirina PKKê bi bîr xist û wiha domand: “Bêguman di pratîkê de danîna çekan û fesixkirina PKKê, girêdayî naskirina siyaseta demokratîk û çarçoveya hiqûqî ye. Piştî vê bangê, di çarçoveya pêvajoya nû de bi beşdariya gelek partiyên siyasî yên di Parlementoya Tirkiyeyê de komîsyonek hat avakirin û vê komîsyonê 18ê Sibata 2026an raporek amade kir û ji raya giştî re ragihand. Di vê raporê de, herçend kêm bin û têrê nekin jî, gelek pêşniyazên wekî hewcedariya destûreke bingehîn a demokratîk, sivîl û hevpar û rakirina astengiyên li ber mafên bingehîn, dariştina rêzikên hiqûqî yên pêwîst bi taybetî di hiqûqa cîbicîkirinê de, dariştina qanûnên veguhêz, demokratîkbûn, bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê, pakkirina qanûnan ji rêzikên têkildarî qeyûman û her cure nêzikatiyên wesayetparêz cih digirin. Birêz Ocalan di hevdîtina di gel şandeyê ya piştî ragihandina raporê de diyar kir ku qonaxa yekem bi dawî bûye û êdî wekî qonaxa duyem, qonaxa ‘entegrasyona demokratîk’ dest pê kiriye. Ji bo vê yekê jî destnîşan kir ku divê di serî de qanûnên veguhêz bên dariştin û statûya wî. Her wiha statûya gelê Kurd a hiqûqî bê diyarkirin. Bêguman ji bo van hemû tiştên ku me anîne zimên, di asta qanûnî, destûrî û peymanî de pêwîstî bi dariştina hin rêzikên hiqûqî heye da ku rê li ber entegrasyona demokratîk bê vekirin. Beri her tiştî, divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin ku ew yek ji aktorê herî giring ê pêvajoya aştiyê ye, dîsa derfetên jiyaneke azad û xebatê ji wî re bên dabînkirin, qanûnên veguhêz di demeke kurt de bên derxistin û ew yek bê misogerkirin ku kesên ku têkoşîna çekdarî berdane bikaribin di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin.”
‘Em ê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de berpirsiyariya xwe bi cih bînin’
Abdulkadîr Guleç anî ziman ku di serî de hemwelatiya wekhev, mafê azadiya derbirînê, mafê birêxistinbûnê, xurtkirina civaka sivîl û rêveberiyên xwecihî divê hemû mafên têkildarî hebûn û geşedana civaka demokratîk bên dabînkirin û wiha bi lêv kir: “Divê kar û xebatên dariştina qanûneke bingehîn a nû bên kirin ku wekî peymaneke civakî tê de mafê Kurdan yê perwerdehî û hîndekariya bi zimanê dayikê û naskirina statuya gelê Kurd, hemwelatiya wekhev esas girtin, mafê hebûn û geşedana nasname û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê bên naskirin û misogerkirin. Avakirina civaka demokratîk di heman demê de pêvajoyeke pakbûnê ye. Pakbûn, çi ji aliyê hişmendiyê ve çi jî ji aliyê pergalê ve, tenê bi rêya rûbirûbûna bi heqîqetê re pêkan e. Di vê çarçoveyê de, terkkirina kodên hiqûqî yên ewlehîparêz, zayendperest û neteweperest û avakirina pergaleke hiqûqî ya nû ku azadî û wekheviya jinan, mafên bingehîn û azadiyê ji xwe re esas digire û ji hêla parastina demokrasî û jîngehê ve hesas e, dê tevkariya herî mezin li vê pêvajoyê bikin. Pabendî van ravekirinan, wekî hiqûqnasên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û serokên baroyan, armanca me ya bingehîn ew e ku tevkariyê li wan kar û xebatan bikin ku dê di sedsala 2yemîn a Komara Tirkiyeyê di hiqûqê de cih bidine gelê Kurd ê ku di sedsala pêşîn a Komarê de li derveyî hiqûqê hatiye hîştin û em ê ji bo bipêşvebirina naskirina aliyê hiqûqî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”
‘Hemû hiqûqnasên ku baweriya wan bi aştiyê heye, vedixwînin konferansa xwe’
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bal kişand ser konferansa ku dê bi dirûşma “Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk” bê lidarxistin û wiha bang li hiqûqnasan kir: “Di vê peywendê de, em ê 4 û 5ê Tîrmeha 2026an li Amedê bi dirûşmeya ‘Ji bo Azadî, Statu û Aştiyê Hiqûqa Demokratîk’, Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk li dar dixin. Bi vê boneyê jî em di serî de hiqûqnasên Kurd, hemû hiqûqnasên ku baweriya wan bi aştî û çareseriyeke demokratîk heye, parêzvanên mafên mirovan û saziyên maf û hiqûqê vedixwînin konferansa xwe.”
‘Divê statuya Ocalan were diyarkirin’
Piştî daxuyaniyê Serokên Baroyan yên ku beşdarî deklarasyonê bûn axivîn û dan zanîn ku ew weke parêzer û hiquqnasên Kurd banga Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke hêviyek ji bo vê axê dibînin û divê ev pêvajo demildest bihîje armanca xwe. Beşdaran anî ziman ku ji bo aştî, wekhevî û demokrasî pêk were divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lez were nasîn û diyarkirin.


















