Piştî gefên Serokê DYAyê Donald Trumap û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû li Qada Qiyamê ya Îranê şewate mezin a sedema nehat zanîn dest pê kir. Hate zanîn ku şewata di seatên piştî nîvro de destpê kir her diçe mezin dibe.
Li paytexta Îranê Tehranê, li nêzîkî Qada Qiyamê şewateke mezin derket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şewat hîna jî berdewam dike û bandoreke berfireh li herêmê kiriye.
Bandorek neyînî li Tehranê dike
Li gorî şahidên rûdanê û dîmenên ku ji herêmê hatine parvekirin, ji ber mezinahiya şewatê dûmaneke tîr û reş bi ser asmanê herêmê ketiye. Mûdaheleyên hatine kirin jî encam nadin. Heta niha ji aliyê rayedarên fermî yên Tehranê ve derbarê sedema derketina vê şewatê û encamên wê de agahî nehatine dayîn.













