Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn û berdevka YPJê Ruksen Muhammed tev li paneleke zoomê bûn û diyar kirin ku YPJ ji hêzeke artêşê zêdetir êdî bûye hebûn û nasnameya jinan û gotin ku niha ji bo jinan pêvajo pêvajoya parastina destkeftiyên jinan e
Ji hêla Ensituya Aştî ya Kurdî ve derbarê mijara entegrasyona li Sûriyeyê, naskirina YPJê û rewşa jinan li pêşeroja Sûriyeyê de bi rêya zoomê paneleke hat lidarxistin. Fermandara Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn û berdevka YPJê Ruksen Muhammed tev li panelê bûn û pirsan bersivandin.
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn diyar kir ku li cîhanê pergaleke ku ji hêla aqlê zilamê desthilatdar ve hatiye avakirin heye û ew aqil dixwaze dizayenk bide Rojhialata Navîn û hemû cîhanê û wiha got: “Ev aqlê ku di dîrokê de desthilatdariya xwe li ser nirxên civakî ava kiriye, pergaleke artêşê jî ava kiriye. Lê ev pergala artêşê ne ji bo parastina civakê, ji bo talankirin, kuştin û tunekirina nirxên civakê hatiye avakirin. Aliya ku herî zêde ji vê aqlê zirarê dibîne jin û ciwan in. Bi rastî jî di şerê DAIŞê de me ev yek dît, li cihekî parastin nebe, parastina cewherî nebe, pergala heyî jinan dike mal û li bazaran difiroşe. Me vê li Şengal, Musilû gelek cihên cuda dît. Û ev tu carî ji hêla jinan ve neyê jibîrkirin. Ev bi zihniyeta bi DAIŞê re derneket, bi dewletê dest pê kir û bi DAIŞê re xwe temam kir. Ger di artêşekê de jin tunebe ew artêş bi temamî dibe ya zilam û çi bixwazibe dê bike.”
Di nirxandina xwe de Rohilat Efrîn destnîşan kir ku li Sûriye û Rojava hebûna artêşa jin baweriyek pir mezin daye jinên cîhanê û ev tişt vegot: “Di artêşekê de û di sedsala 21emîn de ger hebûna jin neyê dîtin serkeftin nîn e. Bi fermî di artêşê de naskirina hebûna me ne gef e, berovajî dê avakirina Sûriyeke aram be. YPJ li her derê cîhanê tê pejirandin. Ger jineke nikaribe parastina xwe ava bike ew jin mehkumê mirinê ye. Li cihê ku hebûn û rengê jin nebe dê pergal hemû jin bikin malê mêr. Tevlinebûna jin a artêşê xetereya herî mezin e. Em vê dibêjin bi qedexe û înkarê çareserî nayê avakirin. Hemû civakên li Sûriyeyê êdî ji şer û bê aramiyê bezar bûne. Pêwistiya her kesî bi parastineke bi pîvan heye û herî zêde jî pêwîstiya jinan heye.”
Divê zext li hikûmeta Şamê were kirin
Fermandara YPJê destnîşan kir ku tevlibûna artêşê di serî de tevlibûna jinan a hemû qadan divê zext li hikûmeta Şamê were kirin û wiha pêde çû: “Bi taybetî tişta ku ji raya giştî ya navneteweyî tê xwestin çavdêrîkirina prosodura enteger û çekan e. Ji hêla din ve piştgiriya amadekirina çarçoveya qanûnî û siyasî û tevlibûna jinan a parastinê wek mafeke rewa were destgirtin. Divê jin cihê xwe di amadekirina qanûna parastinê de bigirin û pêwîst e bêyî beşdariya jin tu qanûn neyên qebûlkirin. Ez bawer im raya giştî ya navneteweyî ji bo ewlehî û parastina jin rola ku dikeve ser milê wan bilîzin.”
Hebûna YPJê dilê jin û civakê rehet dike
Rohilat Efrîn sedema qebûlnekirina jinan a tevlibûna artêşê û pêşniyara xwe ya ku pêşkêşî Wezîrê Parastina Sûriyeyê kirine, bi van hevokan anî ziman: “Yek sedama ku jin tev li artêşê nebin nîn e. Şênber dibêjin tenê dikarin di ewlehiya hundirîn de cihê xwe bigirin. Me 14 salan pey xwe hişt. Hebûna jin a di nav artêşê de bi taybetî şerê DAIŞê de li cîhanê mînake ewil e. Bi pêşengtiya hemû jinên cîhanê ev pêk hat. Ji hêla din ve di artêşa nû ya Sûriyeyê de gelek komên cuda cuda cihê xwe digirin û helbet ev jî metirsiyek li ser pêşeroja Sûriyeyê ava dike. Ji aliyên din ve civînek me bi Wezareta Parastina Sûriyeyê re çêbû û me got wek tugayek li herêmên xwe parastina xwe çê bikin. Dibe li hemû deverên Sûriyeyê pêk neyê lê em dikarin li herêma xwe vê pêk bînin. Ji ber hebûna YPJê dilê civakê bi taybetî jinan rehet dike.”
Pêvajoya têkoşînê
Fermandara YPJê Rohilat Efrîn pirsa ‘ger hikûmeta Sûriyeyê YPJê qebûl neke, wê alternatîfa we çi be û tevlinebûna YPJê ya nav artêşê xetereyek çawa bi xwe re bîne’, wiha bersivand: “Em jî vê mijarê niqaş dikin. Lê pêwîst bi rêya diyalogê were çareserkirin heye. Em dixwazin diyarlogên xwe dewam bikin, me daxwaz û nêrînên xwe ragihand. Em hewl didin bidin famkirin dê tevlibûna YPJê di çi astê de be. Ger qebûl nebe mirov dikare wê demê mijarê ji nû ve binirxîne. Ev pêvajo ji bo parastina destkeftiyan ji bo jinan pêvajoya têkoşînê ye.”
Rohilat Efrîn ragihand ku mijara cihgirtina YPJê di nav artêşê de bi Tom Barrack re jî hevdîtin pêk anîne û got ku ew jî diparêzin ku YPJ di nav ewlehiya hundirîn de cihê xwe bigire û di vê mijarê de dê demên pêş niqaş û hevdîtinên wan bidome.
Jin Jiyan Azadî felsefeya hemû jinan e
Di nirxandina xwe de fermanda YPJê ragihand ku derveyî rêxistin, saziyên jin û kesayetên jin bi awayekî fermî ji hêla tu dewletê ve piştgiriyek nehatiye.
Di dawiya axaftina xwe de Rohilat Efrîn li ser bandora YPJ ya li ser şoreşa Jin Jiyan Azadî ku niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome, ev tişt anî ziman: “Li cihekî parastin nebe, xwebûn û zanista jin nikare derkeve derve. Beriya 15 salan YPJ nîn bû lê îro heye. Ger îro navê YPJ nebe dê felsefeya jiyanê, parastina jiyanê ya jinan bi çi rengî be jî li ku dibe bila bibe dê bidome. Herikandina zanista parastinê ger raweste ji bo jin û civakan xetereye. Li ser vê esasî felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku li Rojhilat û Îranê belav bûye, çanda berxwedana jinan e. Ev felsefe felsefeya hemû jinan e û felsefeya me ye jî. Di vê wateyê de şoreşa jinan a li Îran û Rojhilatê bi vê felsefeyê re girêdayî ye.”
YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

Her wiha berdevka YPJê Ruksen Muhammed jî ev nirxandin kir: “Pêvajoyek gelek girîng me derbas kir. 14 salan wek YPJ li hemû qadan me gelek tişt kir. Xeteryên li hember jin hîn heye û didome. Hebûna jin û nasnameya jin hîn nayê qebûlkirin. Ew zihniyeta paşverû ya rejîma Baasê li hemberî jin hê jî heye. Têkoşîna me ya 14 salan li hember vê zihniyetê bû. Hemû jin di wê baweriyê de ne divê em her kêlî têkoşîn û parastina xwe xurtir bikin. Me çand û pergalek ava kir û ji bo parastina vê pergalê têkoşîneke xurttir divê. YPJ parastina hemû jinên Sûriyeyê ye. Em encax bi beşdariya jin a artêşê dikarin behsa Sûriyeke aram bikin. Ger jin nîn be em nikarin bêjin sistemek nû ye. Em YPJê tenê wek hêzeke leşkerî nanêrin, hebûn û nasnameya jinan e. Têkoşîna 14 salan tenê bi Sûriyeyê sînordar nema, belavî hemû cîhanê bû. Em ji bo parastin û misogerkirina destkeftiyên jinan têdikoşin. Rêya rast rêya têkoşînê ye. Sedsala 21an her jinek bi YPJê re wateya parastin û çanda parastinê nas kir. Bê parastin mirov nikare behsa nûjebûn û zindîbûn, ewlehî û aramiyê bike bi taybetî ev yek ji bo jinan derbesdar e. YPJ parastina nirxê jinan, parastina destkeftiên jinan kir. Di hemû qadan de YPJ bi xwe re pêşketin anî û pêşengtî jê re kir. Temsiliyeta hemû jinan kir. YPJ bi nêrineke jin, nasnameya parastinê ava kir. Meyzandina jin li şer cuda ye, ji aştiyê re cuda ye ji bo vê jî ger jin nebe em nikarin behsa aramiya Sûriyeyê bikin. YPJ bi erka avakirina Sûriyeke pirrengî û aram rabû. Ji ber vê yekê tevlibûna jinan a nav artêşê, avakirna qanûna nû ya Sûriyeyê de pir girîng e.”













