* Di 14ê Hezîranê de hat ragihandin ku Amerîka û Îranê peymanek îmze kirine û ji bo rawestandina şer û muzakereyan li hev kirine. Piştî vê peymanê di bîlançoya şer a sê meh û nîvan de zêdetirî hezar û 500 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 3 milyon û 200 hezar kes jî koçber bûne.
* TJA, DEM Partî û DBPê derbarê “Mitînga Azadiyê” de destnîşan kirin ku ev mitîng ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîng e û banga tevlibûna mitîngê kirin.
* Ji endamên Meclîsa Dayikên Aştiye Behiye Yalçin diyar kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêk nayê. Sebîhe Bozan jî bang li dayikên leşkerên ku di şer de mirin e kir û got: “Werin em destê hev bigirin û bi hev re aştiyê ava bikin.”
* Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Abdûllah Sagir derbarê konferansa 3yemîn a MÎA-FEDê de ku dê di 20-21ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin, diyar kir ku mebesta konferansa wan ew e ku ji tiştên di nav civakê de diqewimin re bibin bersiv.
* Hevserokê PYDê Xerîb Hiso derbarê serdana Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ya li Ewropa de diyar kir ku di serdanê de li ser mijara garantoriya dewletên Ewropî û kongreyeke navneteweyî dê gotûbêj bên kirin û wiha got: “Ji bo pêşî li şer bê girtin û çareserî pêk were divê dewletên Ewropî jî bi berpirsyariya xwe rabin.”
* Rojnameger Alî Duran Topûz destnîşan kir ku “Konferansa di Sedsala Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” bi aweyekî serkeftî pêk hatiye û got: “Hezên demokratîk ji bo li dijî politîkayên şer bisekinin divê polîtîkayan çêbikin û saziyan ava bikin. Ji bilî Kurd û çapemeniya azad tu hêz tune ye ku li dijî polîtîkayên hegemonan bisekine.”
* Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, Sabahat Erdogan, Onur Duşunmez û Omer Faruk Hulaku dê derbarê serdanên xwe yên li girtîgehên Herêma Behra Reş de li Meclîsê daxuyaniyê bidin. (10:30)
* Rojên Wêje û Pirtûkan a Şaredariya Tûşbayê ku bi hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin û dê 4 rojan bidome, dê li ber avahiya Şaredariya Tûşbayê dest pê bike (11:00-18:00)
* Tora Kordînasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê di çarçoveya xebatên li dijî bikaranîna madeyê hişbirê de ava kirine dê derbarê xebatên xwe, plansaziya ji bo serdema nû û nexşerêya xebatên xwe li Çand Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14:00)








