Stenbol – Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk diyar kir ku dema komar ava bûye li ser Kurd û Kurdî bi înkarê dest pê kiriye û wiha got: “Demek dirêj di komarê de hebûna Kurdan hatiye înkarkirin. Têkoşîna Kurdan ew atmosfera hişk şikand. Divê Kurdî ji statuya dersa hilbijartî bê derxistin. Mijara dersa hilbijartî tiştek sosret e. Ji bo Kurdî pere bike divê statuya ziman hebe. Kovar û weşanxane ji bo gelek kesan bûn dibistan. Divê ji niha şûn ve Kurdî bêtir di nava mal û kolanan de belav bibe.”
Weşanxaneya Nûbiharê ji sala 1992yan vir ve ji bo xurtkirina ziman û wêjeya Kurdî weşangeriyê dike. Weşanxane heta îro nêzî 600 pirtûkên Kurdî çap kiriye û gelek pirtûkên romanên klasîk jî wergerî Kurdî kiriye. Kovara Nûbiharê jî 175 hejmar hate çapkirin. Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê di warê pêşketina ziman û wêjeya Kurdî de bi salane xebatên xwe didomîne. Yek ji damezrînerê Kovar û Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk e. Suleyman Çevîk ji sala 1992yan de di nava Nûbiharê de li ser zimanê Kurdî dixebite.
Nûbihar ji sala 1992yan ve dest bi weşanê kir
Suleyman Çevîk bi bîr xist ku ew di dawiya sala 1984an de ji Merdînê ji bo zagîngehê hatiye Stenbolê û wiha got: “Li Stenbolê 4 salan min zangîngeh xwend û paşê ez li Stenbolê mam. Di sala 1992yan de jî me dest bi karê Nûbiharê kir. Wê demê hin hesasiyetên me hebûn, me dixwest ji bo gelê Kurd û ji bo xwe hin tiştan bikin. Ji berê ve meraqa min li ser wêje û dîroka Kurdan hebû. Paşê me bi hevalên xwe re weşanxane û kovar ava kir. Di Adara 1992yan de me Weşanxaneya Nûbiharê ava kir. Piştî 7 mehan meha Cotmehê jî kovara me weke mehane dest bi weşanê kir.”
‘Zextên li ser zimanê Kurdî di dîroka komarê de her dem hebû’
Suleyman Çevîk anî ziman ku zextên ser li zimanê Kurdî ji destpêka komarê ve heya îro didomin û wiha got: “Dema ku komar ava bûye li ser Kurd û Kurdî bi înkarê dest pê kiriye. Demek dirêje di komarê de hebûna Kurdan hatiye înkarkirin. Kurdan jî ji bo vê gelek berdel dane û xebat kirin e. Ev xebatên wan gelek caran hatiye astengkirin. Lê Kurdan tu carî dev ji xebatan bernedane. Piştî serhildanan heta salên 60î mijara Kurdî bi temamî tê girtin. Axaftin û nivîsandin tune ye, helbestekî jî nehatiye nivîsandin. Di sala 59an de dema Mûsa Anter li Amedê helbesta bi navê ‘Qimil’ diweşîne qiyamet radibe. Ji salên 60î pê ve hin kovar derketine, ev jî tenê navê wan Kurdî ye û çend nivîs bi Kurdî bûne. Di salên 70 û 80î de hin xebat tên meşandin. Zextên li ser zimanê Kurdî di dîroka komarê de her dem hebû. Dema di salên 90î de me dest bi kar kir wê demê jî metnekî wejeyî an jî folklorîk be jî, eleqayê wê bi siyasetê ve her çiqas tûne bûya jî bi çavê siyasetê lê dihate nihêrîn. Hebûna Kurdan, zimanê wan ji aliyê siyasetê ve hatiye dîtin. Dema me dest bi kar kir heman atmosfer hebû, behskirina Kurdî weke talûke dihat dîtin. Ev jî bi xebatan hate şikandin. Îro gelek kes û sazî li ser zimanê Kurdî dixebitin û wê atmosferê şikandin, lê berê rewş dijwar bû. Lê şert îro jî bi temamî ji holê nehatiye rakirin. Kurd di van 35 salên dawiyê de têkoşînek dan û mijara Kurdî di ser rojevê de girtin.”
‘Kurdî ji bona wan bes bû’
Suleyman Çevîk destnîşan kir ku Nûbihar di salên zehmet de dest bi weşanê kir û wiha domand: “Derdora me jî hinek cuda bû, weke kevneperest dihatin nasîn. Di nava piyasaya îslamî de weşanxaneyek wisa tûnebû. Lê miameleya li ser zimanê Kurdî li ser me jî hebû. Bi demek piştre bi diyalogê û hevdunasînê hînî hevdu bûn. Lê di salên destpêke de jî hevalên me yên ku kovar belav dikirin dihatin binçavkirin û zext li ser wan hebûn. Di nava kovarê de tiştekî siyasî jî tunebû lê Kurdî ji bona wan bes bû. Piştî demekî ev tişt kêm bûn, rayêdarên desthilatê jî hîn bûn.”
‘Em miletek in, şîn û şahiyên me yek in’
Suleyman Çevîk bi bîr xist ku wê demê bi kesên ku di qada Kurdî de dixebitîn re diyalog ango danûstandin hebû û ev yek anî ziman: “Apê Mûsa min çend caran dît û em bi telefonê axivîn. Dema ku Nûbihar hate avakirin heman salê Apê Mûsa hate kuştin. Kesên ku kar û xebatên Kurdî dikirin, haya wan ji hev hebû û di nava danûstandinê de bûn. Li ser kêmasiyên hev, em diaxivîn. Li ser ziman me gelek civîn li dar xist. Li ser zimanê Kurdî em dikarin çi bikin, weşangeriya Kurdî û em dikarin bi hev re çibikin em diaxivîn. Jixwe divê têkilî her dem hebe. Dibe ku fikr cuda be, ev normal e. Lê em miletekî ne, em bi heman derdî re rû bi rû dimînin, kêf û şahiyên me yek in.”
‘Ziman li pêş ketiye, standartek hatiye avakirin’
Çevîk di berdewamiya axaftina xwe de qala bandorê Nûbiharê a li ser zimanê Kurdî kir û wiha axivî: “Ji destpêke ve heya îro em binêrin, di mijara kalîteya ziman, naveroka pirtûk û kovaran de gelek pêşketin çêbûye. Ziman li pêş ketiye, standartek hatiye avakirin. Nivîs li gorî berê pêş ketine. Gel xwendina weşanan hîn bû, ne tenê weşana me weşanên din jî hatin xwendin. Kovar û weşanxane ji bo gelek kesan bû dibistan. Gelek kes bi weşangeriya Kurdî zimanê xwe hîn bû. Îro ew xwendekar nivîskarên kovara ne. Di demên dawiyê de nivîskarê gelek baş ên Kurd derketin. Ev rola weşangerî û kovarên Kurdî ye. Li gorî salên berê gelek pêşketin çêbûye. Lê di nava gel de belav bûn çênebûye. Ji bo gel bêtir eleqe nîşanî Kurdî bide, divê şert çêbibin. Tiştek ku bazara wê tunebe eleqe jî tune ye. Ji bo Kurdî pere bike divê statuya ziman hebe. Di aliyê weşangeriyê de pêşketin çêbû lê mixabin di nava gel de bandorek zêde nekir. Di nava mal û kolanan de Kurdî ewqas belav nebûye.”
‘Mijara dersa hilbijartî ya Kurdî sosret e’
Suleyman Çevîk li ser kêmbûna axaftina bi zimanê Kurdî ya di nava nifşên nû de jî wiha got: “Du sedemên vê hene. Yek em têra xwe xwedî li zimanê xwe dernakevin. Lê esas mijar siyaseta dewletê ye. Dewlet pêşiya vî karî venake. Di zanîngehan de beşa zimanê Kurdî vekiriye lê kesên mezûn dibin tayîn nake. Bi vî awayî tiştên bêqîmet dike. Dibe sedem ku ciwan bibêjin min ji bo çi xwend, min çi beş xwend ez çi karî dikim? Divê dewlet wan kesan weke mamoste tayîn bike. Lê dewlet dilrast nêzî mijarê nabe. Dewlet di dibistanan de zimanê Kurdî weke dersên hilbijartî vedike. Ev jî tiştekî sosret e. Divê kesên Tirk, Ereb an jî gelên din zimanê Kurdî hilbijêrin, ne zarokên Kurd. Çima ez zimanê xwe hilbijêrim? Ev tiştekî şerm e. Jixwe di hilbijartinê de jî astengî derdixin. Ji bo pêşketina Kurdî divê şert û mercên heyî ji holê bên rakirin. Kesên ku dixwazin zimanê Kurdî bixwînin divê bêtirs û xem dest bi xwendina xwe bikin.”
‘Ez ê weke berê berdewam bikim’
Suleyman Çevîk di dawiyê de diyar kir ku ji sala 1992yan ve dixebite û destnîşan kir ku ew ê ji niha şûn ve jî xebatên xwe yên li ser weşangeriya Kurdî berdewam bike û wiha got: “Ez ê weke berê berdewam bikim. Di destê me de dosye ango pirtûk hene. Kovara me ji 3 mehan carekî tê çapkirin. Kovara me Nûbihar Akademîk heye ew jî ji 6 mehan carekî tê çapkirin. Pirtûkên me ku hatine asta çapkirinê hene. Sedî zêdetir pirtûk ji lijneya me derbas bûn û li benda çapkirinê ne. Em ê hin kategoriyên xwe yên din xurt bikin û kategoriyên nû vekin. Kovara me li ser googleyê hatiye barkirin, 175 hejmarên kovarê li ser înternetê ne.”












