Rojnameger Dîcle Muftuoglû û Nezahat Dogan ji bo biçin Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.
Rojnameger Dîcle Muftuoglû û Nezahat Dogan ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Rojnamegeran, daxwaznameyên xwe radestî wezaretê kirin.
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Dîcle Muftuoglû têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku ew weke rojnamegeran nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd dişopînin.
Dîcle Muftuoglû wiha axivî: “Gelek derdoran daxuyanî dan û me jî hewl dan van gotinan bi raya giştî re parve bikin. Hemû derdor di weşanên zindî de daxuyaniyan didin. Lê belê derfeta me nîne ku em daxuyaniyên Abdullah Ocalan yekser bi raya giştî re ragihînin. Li ser şandeyên heta niha çûne, bi hinek agahiyan dizanin. Lewma ji bo weke aktorê sereke yê vê pêvajoyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û hîn bibin bê ka têkildarî pêvajoyê û çareseriya pirsgirêkê çi difikire, weke rojnamegerên jin me serlêdan kir. Weke rojnameger, peywira me ew e ku civakê agahdar bikin. Em dixwazin di vê mijarê de ji Abdullah Ocalan pirsan bikin.”
Dîcle Muftuoglû bang kir ku rojnamegerên din jî j bo rojnamegeriyeke objektîf serlêdanê bikin.