Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku DEM Partiyê ji bo siyasetmedar Ahmet Turk jî biçe Îmraliyê serlêdan kiriye.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan, diyar kir ku ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serlêdan kirine.
Ayşegul Dogan pirsa “Gelo di şandeyê de tu kesên din cih digirin?” bersivand û got: “Ji bo Ahmet Turk jî serlêdan hate kirin. Lê ji bo van serlêdanan hê jî bersivek nehatiye dayîn. Lewma ez nikarim piştrast bikim ka Ahmet Turk di şandeyê de cih digire yan na. Lê belê di nav serlêdanê de Ahmet Turk jî heye.”