Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî qurbaniyên Serhildana Qamişloyê ya sala 2004an bibîr anî.
Li bajarê Qamişloyê 12ê Adara 2004an di pêşbaziya futbolê de şer derketibû. Piştre şerê qewimîbû veguherî bû serhildana gelê Qamişloyê. Gelê Qamişloyê li dijî neheqiyê û kuştina welatiyan her deverî kiribû qada xwepêşandanê. Serhildana Qamişlo 21 sal li pey xwe hişt. Di salvegera 21an de qurbaniyên serhildanê tên bibîranîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û qurbaniyan bibîr anî.
Twîta Mazlum Ebdî wiha ye:
“Bi boneya salvegera 12ê Adarê, em hemû şehîdên Serhildana Qamişlo ya 2004an bibîr tînin. Serhildan, navnîşaneke berz bû di pêvajoya têkoşîna aştiyane ya gelê Kurd li dijî siyasetên rêjîma Baas ya têkçûyî de. Em tekez dikin ku em ê têkoşîna xwe ya pêkanîna dadmendiyê berdewam bikin û em ê mafê hemû Sûriyan bi rêya diyalogê û rêbazên aştiyane biparêzin.”