• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

    Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranîna Kaytan û Altûn: Têkoşîna we bi ser ket

Enqere / AW

13 GULAN 2025 - 16:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li taxa Tûxlûçayirê ya Enqereyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê û cangoriyan bi ser ketiye.

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), duh encama kongreya xwe ya 12emîn eşkere kiribû û ragihandibû ku xwe fesix kiriye. Her wiha di kongrê de şehadeta damezrîner û pêşengên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jî hatibû ragihandin. Kongre diyarî wan hatiye kirin. Piştî eşkerekirina şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bernameyên bîranînê tên li darxistin. Yek jî ji cihê bîranîn hate lidarxistin taxa Riza Altun ku lê mezin bûye, li taxa Tûzlûçayira navçeya Mamakê ya Enqerê ye.

Li cihê ku bîranîn hat li darxistin wêneyên Alî Haydar Kaytan û Riza Altun hat daliqandin. Her wiha wêneyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî li ser masayê hat danîn û li dora wêneyan qerenfîl hatin danîn û find hatin pêxistin. Her wiha lênûska bîranînê jî hat danîn ku kesên beşdar bûn e hestên xwe binivisînin. Bîranîn ji aliyê malbata Riza Altun ve hate lidarxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), siyasetmedarên Kurd Sebahat Tuncel, Edîbe Şahîn, endam û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokrat (DAD) Zeynel Kete axaftineke kurt kir û ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gorî baweriya Elewîtiyê gulabang (dua) xwend û çirax hat pêxistin. Li ber pêxistina çiraxê stranên bi zaravayên Kirmanckî, Kurmancî hatin gotin.

‘Têkoşîna wan bi ser ket’

Sebahat Tuncel axivî û anî ziman ku Kaytan û Altûn ji bo jiyaneke nû û li dijî zilmê li vê taxê dest bi têkoşînê kirin e. Sebahat Tuncel wiha axivî: “Li vê taxê bi birêz Abdullah Ocalan re hevaltî kirin e. Wan ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesan, ji bo hemû kesên rastî zilmê hatinê têkoşiyan. Ew weke Prometehosên hemdem agir ji serdestan dizîn û dan gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Têkoşîn û kêda wan wê di têkoşîna azadiyê de bijî. Çawa ku li vê malê dest bi têkoşînek nû kirin niha jî dîsa li vê taxê şahidiya têkoşîn û dîrokeke nû dikin. Têkoşîna wan gihîşt encamê û bi serket. Ya ku dikevê ser milê me jî ew e ku em jî berpirsyarên xwe yên vê demê pêk bînin. Divê dewlet jî rêya siyaseta demokratîk û hiqûqê vebike. Lê berpirsyariya me jî ew e ku jiyana komînal û demokratîk ava bikin.”

Peyama Hayatî Kaytan hat xwendin

Parlamenter Ayten Kordu peyama birayê Alî Haydar Kaytan, Hayatî Kaytan ku ji girtîgehê şandibû xwend. Peyam wiha ye: “Ji zarokatiya xwe ve, min hemû hevalên xwe yên damezrîner wekî xwedayên dilê xwe dihesibandin. Di tevahiya jiyana xwe de, min hewl da ku ez ji van xwedayan re dilsoz bimînim, rêya wan bişopînim û şopînerê wan bim. Ez dizanim ku bidestxistina vê yekê dijwar e, lê her çend dijwar be jî, li hember dilsoziya van ezîzan, ez çêtir dizanim çawa niha bijîm da ku bersiva bîranînên wan bidim. Her wiha, em ji kevneşopiyeke ku baweriyê bi mirinê nayîne tên. Di çanda Elewiyan de, bi Kirmanckî behsa guhertina cîhanê tê kirin. Wan cîhan ji bo min jî guherand. Lê ew bi me re ne.

Wê her tim bi me re bin

Ew ê her tim li ser rêya ku em dimeşin, di herikîna jiyanê de, bi her hilatina rojê re, di stêrkên herî geş ên ezman de bi me re bin. Di her şehadet û stêrbûnê de, têkiliyên xwîna biyolojîkî ji bo me ne pir girîng in. Dema ku ez ji temenê zarokatiyê ber bi ciwantiyê ve diçûm, hevalê Fûat ê mezinê me, dest bi rêwîtiya xwe ya lêgerînê kiribû. Dibe ku em nikaribûn pir bi hev re bijîn, lê min ji zarokatiya xwe ve her tim têkoşîna bi wan re ceriband. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî bi wan re bijîm. Min ji hevalê xwe Fûat bêtir bi hevalê xwe Riza re jiya û têkoşîn da. Ew yek ji mezintirîn mamosteyên min ê jiyanê bû. Di 22 salên zindanê de, min her tim ew bi bîr anîne û hewl daye ku ez layiqî bîranînên wan bim û ev pêvajo hîn jî berdewam dike.

Em ê di warê gerdûnî de xurt bibin

Em niha dikevin rêyeke nû. Ez dizanim ku ev rê wê me di warê gerdûnî de xurttir bike, û tevgera Apogerî wê di vê sedsalê de rolek bigire ser xwe ku ji Şoreşa Cotmehê wêdetir diçe. Em hemû, hemû hevalên di zindanê de, em ê di vê rêya nû de ku wî li pêşiya me daniye bi Rêber Apo re bin, û wekî xwendekarên Rêber Apo, em ê dirûşma ‘hevaltiya têrê nake’ berz bikin û bibin layiqê hemû şehîdên xwe û hemû giyanên xwe. Ez dibêjim ku em ê bîranîn û xeyalên wan bikin rastî. Em sersaxiyê ji Rêber Apo, hevrêyên wan, malbat û gelê me re dixwazin. Em ê heta dawiyê bi we re bin. Em ê bi we re bijîn û vê rêwîtiya bi rûmet bi azadiyê bi hev re tacîdar bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin bibin layiqî hevrêyên şehîd Fûat û şehîd Riza Ez her yek ji gelê me vedixwînim ku bibe leşkerê vê rêwîtiya pîroz. Her wiha ez sersaxiyê ji hemû malbatan re dixwazim. Bila giyanê wan heta hetayê di aştiyê de bimîne. Bi hezkirin û rêzdarî.”

Li sînevziyona wan hat temaşekirin

Derya Aslan helbesta Alî Haydar Kaytan “Akiş sevinci” xwend. Piştre jî sînevîzyona qala jiyana Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn dike hat temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê loqma hat belavkirin û piştî belavkirina loqma bîranîna îro bi dawî bû. Bîranîn wê sibê û dû sibe jî berdewam bike.

 

Etîket: alî haydar kaytanpkkRiza Altûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

Bêrêziya li dijî miriyan li Wanê hate şermezarkirin

12 ADAR 2026
Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

Ji 27ê Sibatê heta Îro: PKKê rastiya Kurd bi dostan da nasîn û bi dijminan da qebûlkirin -4

28 SIBAT 2026

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

25 SIBAT 2026

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

17 SIBAT 2026
Sezono dîyin ê belgefîlmê ‘Vejîna Kurd’ dest pêkeno

Vejîna Kurd dest pê dike: Beşa ewil 15ê Tebaxê û ERNKê vedibêje 

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (661)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne