Rêveberiya Amedsporê ragihand ku ew û teknîk dîrektorê xwe Servet Çetîn bi awayek lihevkirî ji hev qetiyan.
Rêveberiya Amedsporê têkildarî teknîk dîrektorê xwe Servet Çetîn daxuyanî da. Amedsporê diyar kir ku ew li gel Servet Çetîn bi awayekî lihevkirî ji hev qetiyan e. Amedsporê spasî û serkeftinê ji Servet Çetîn re xwest.
Amedsporê di meha Mijdara 2024an de li gel Servet Çetîn peyman îmze kiribû û li Amedsporê dest bi dîrektoriya teknîkî kiribû.