• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ma wazenê mezelanê Goristanê Sîsê newe ra virazime’

    Goristana rûxandî di nav pûş de maye: Malbat dixwazin goran jinûve çêkin

    Li Duhokê 3 kes di tankereke gazê de mirin

    Li Duhokê 3 kes di tankereke gazê de mirin

    Derbarê Şaredarê Beyoglûyê û 43 kesan de biryara binçavkirinê

    Derbarê Şaredarê Beyoglûyê û 43 kesan de biryara binçavkirinê

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 15ê TEBAXA 2025an

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

    Li Tilizêrê qurbaniyên Komkujiya 14ê Tebaxê hatin bibîranîn

    Li Tilizêrê qurbaniyên Komkujiya 14ê Tebaxê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ma wazenê mezelanê Goristanê Sîsê newe ra virazime’

    Goristana rûxandî di nav pûş de maye: Malbat dixwazin goran jinûve çêkin

    Li Duhokê 3 kes di tankereke gazê de mirin

    Li Duhokê 3 kes di tankereke gazê de mirin

    Derbarê Şaredarê Beyoglûyê û 43 kesan de biryara binçavkirinê

    Derbarê Şaredarê Beyoglûyê û 43 kesan de biryara binçavkirinê

    ROJEVA 04ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 15ê TEBAXA 2025an

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

    Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

    Li Tilizêrê qurbaniyên Komkujiya 14ê Tebaxê hatin bibîranîn

    Li Tilizêrê qurbaniyên Komkujiya 14ê Tebaxê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li girtîgehan 631 girtiyên nexweş hene

Amed / AW

29 HEZÎRAN 2025 - 17:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
MED TUHAD-FED û OHDê rapora xwe ya têkildarî 115 girtîgehan parve kir. Di raporê de hate gotin ku 3 hezar û 500 serlêdan ji wan re hatine kirin, 631 girtiyên nexweş hene, 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn bi sala ye di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û 359 girtiyên înfaza xwe temam kirin hêj nehatine berdan.  

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di nava 6 mehan de li 115 girtîgehan hatine kirin, li Naenda Kongreyan a Çand Amedê aşkera kir. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Beriya aşkerakirina raporê, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak axivî û têkildarî pêvajoya amadekirina raporê agahî da. Çakmak, diyar kir ku yek ji cihên binpêkirinên mafên mirovan lê tên kirin girtîgeh in û got: “Em dibînin ku hêj jî di qada hiqûqê ya birêz Ocaaln de tu qanûn nehatine guhertin. Me li cihên bêhiqûqî lê têk irin xebat meşand. Em bang li rayedaran dikin ku bêhiqûqtiyan bi dawî bikin.”

Piştre jî Sekretera Komîsyona Girtîgehan Navenda Giştî ya OHDê Bêrîvan Bekçî rapor xwend. Bêrîvan Bekçî, wiha got: “Binpêkirinên li girtîgehan bi awayekî sîstematîk tên kirin û veguheriye krîzeke giran a mafên mirovan. Ji girtîgehan her roj bi sedan serlêdan ji bo me tên kirin û ev jî asta binpêkirinan nîşan dide. Îşkence û miameleya xerab, cezayên disiplînê yên keyfî, sirgun, astengkirina tehliyeyan, astengkirina tevlibûna çalakiyên civakî, binpêkirina mafê agahîgirtinê, mafê tenduristiyê û hwd. bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin û bi vê yekê re girtî terkî mirinê tên kirin. Ev rewş, ne rewşên îstînaî êdî bûne qaîde.”

Bêrîvan Bekçî da zanîn ku rejîma înfazê ya giran ku li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind di meriyetê de ne, hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla derûnî ve bi xwe re îzolasyoneke giran aniye û wiha domand: “Bi sîstematîkkirina van sepanan re êdî girtîgeh veguherandina mekanîzmayên zextê yên rûmeta mirovan binpê dikin. Bêdengiya li dijî vê rewşê, zemîna mayindebûna vê rewşê bi xwe re tîne. Li seranserî welat ji 115 girtîgehan nêzî 3 hezar û 500 girtiyan serlêdan kirine.”

Binpêkirinên di raporê de wiha hatin rêzkirin:

“* 631 girtiyên nexweş ên serî li saziya me dan, li dijî sepanên rûmeta mirovan binpê dikin, têkoşîna jiyanê didin.

* Mafên tedawî û peydakirina dermana bi awayekî sîstematîk tên astengkirin, girtî ji bo rastî sepana lêgerîna nava dev û di dema tedawiyê de kelemçekirina destan neyên, neçar tên hiştin ku neçin nexweşxaneyê.

* Şert û mercên nebaş di demekî kin de mirovên saxlem jî dikarin nexweş bikin. Di rewşeke wiha de gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, tehliyeyên wan bi keyfî tên astengkirin. Saziya Tipa Edlî gelek caran raporên ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ yên ji daneyên zanistî dûr amade dikin û yên rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî bi hinceta deraqilî ya ‘ji bo civakê xetere ye’ nayên berdan.

359 girtî berdana wan tê astengkirin

* Gelek girtiyên siyasî yên dema înfaza xwe ya yasayî temam kirin, bi hincetên razber û derhiqûqî yên weke ‘poşman nîne’ nayên berdan. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê, mîna mekanîzmayên darazê yên paralel dixebitin, bi biryarên keyfî tehliyeyên girtiyan taloq dikn û cara duyemîn cezayê didin girtiyan. Heta niha bi sedan girtiyan ji ber van lijneyan mafê xwe yê tehliyeyê winda kiriye, tehliyeya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî gelek caran hatine astengkirin. Hêj 359 girtiyên dema înfaza wan qediyaye ji ber van sedaman di girtîgehê de ne.

200 girtiyên ji Rojava û Rojhilat hene

* Li girtîgehan nêzî 200 girtiyên ji Rojava û Rojhilat ku ji ‘statuya hemwelatiyê bêpar in’; ji temînkirina parêzeran heta hevdîtinên bi malbatan re, ji her mafên xwe yên sereke bêpar in. Ev kes, di hiqûqa navneteweyî de xwedî statuya ‘kesên bêwelat’ in û li gorî Peyana têkildarî Statuya Kesên Bêwelat a NY’ê jî di bin parastina taybet de ne. Lêbelê sepanên girtîgehê, van girtiyan nexuyayî nîşan dide û mafên wan ên parastin û jiyanê fiîlî ji holê radike.

Bi tevahî 327 girtiyên jin hene

* Li seranserî Tirkiyeyê 327 girtiyên jin ên li 16 girtîgehan tên ragirtin hene. Ev girtî, ji ber avadaniya mêrserwer a rejîma înfazê, hem rastî zexta zayendperestiyê tên hem jî rastî zextên polîtîk tên. Mafên wan ên weke çalakiyên civakî, berhemên hîjyenê, xizmetên tenduristiyê û hevdîtinên bi zarokên xwe re bi awayekî keyfî tên astengkirin; ev rewş ji bo girtiyên jin bi xwe re newekheviyê tîne. Di serî de CEDAW, mafên ji hêla peymanên navneteweyî ve hatine misogerkirin, li girtîgehên Tirkiyeyê bi aşkerayî tên binpêkirin; yasayên înfazê bi nêrîneke mêr esa sigire tên amadekirin. Ji hêla girtiyên jin ên siyasî ve jî pergala înfazê ji cezayê zêdetir, veguherîne qadên şikandina îradeyê û bêdengkirinê. Lewma jî pergala înfazê ya heyî ne tenê newekhev e, di heman demê de bi awayekî aşkera zayendperest û zextker e û weke mekanîzmayeke cezakirinê yê taybet a li dijî hebûna jinan e.

400 girtî di hucreyên yek kesî de tên girtin

* Nêzî 400 girtiyên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn, bi sala ye di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, ji têkiliyên civakî bi temamî hatine îzolekirin. Ev sepan, ne tenê aliyê fîzîkî, her wiha yekparetiya ruhî jî serûbin dike; rûmeta mirovan bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin. Ev rewş, bi awayekî aşkera li dijî biryara DMME’yê ya sala 2013’an a Vînter û Yên Din / Qraltiyên Yekbûyî ye. Mafê hêviyê, kesan ne tenê li girtîgehê, di heman demê de kesan ji feraseta cezakirinê ya polîtîk a derve jî diparêze.

Ev rejîma înfazê ya li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî, berhema feraseteke tolhildêr û cihêkar e. Aştiya civakî, herî zêde bi naskirina mafên girtiyan re dest pê dike. Girtîgeh ne tenê eynika rabûrdiyê, her wiha eynika pêşerojê ye jî. Polîtîkaya înfazê ya îro li dijî girtiyên jin, nexweş û siyasî tê meşandin, nîşaneya derketina ji rêgezên dewleta hiqûqê û zîhniyeta tolhildêr e. Ji bo li gorî ruhê pêvajoya bi banga birêz Abdullah Ocalan dest pê kirî be, divê gava ewil li girtîgehan were avêtin. Wekheviya di înfazê de, rêzgirtina li rûmeta mirovan, naskirina mafê hêviyê û bidawîkirina sepanên hiqûqa dijminatiyê ya li dijî girtiyên siyasî, ne tenê meseleyeke edaletê ye, di heman demê de ji bo avakirina zemîna aştiya civakî jî mecbûriyeteke.

Daxuyanî, bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.

Etîket: AmedOHDraporTUHAD-DER
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

Li Amedê bi hezaran kes ji bo ‘Civaka Demokratîk’ meşiyan

15 TEBAX 2025
Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

Bi tilîlî û dirûşmeyan ew pêşwazî kirin

14 TEBAX 2025
OHDê bertek nîşanî astengkirina veşartina cenazeyê Tunç da

OHDê bertek nîşanî astengkirina veşartina cenazeyê Tunç da

12 TEBAX 2025
‘Em zanin ku kuştinên jinan polîtîk in’

‘Em zanin ku kuştinên jinan polîtîk in’

12 TEBAX 2025
Ji ÎHDa Amedê rapora 6 mehan: Hezar û 820 binpêkirin qewimîne

Ji ÎHDa Amedê rapora 6 mehan: Hezar û 820 binpêkirin qewimîne

11 TEBAX 2025
Saziyan li ber girtîgehê bang kir: Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin

Xwestin pêşî li provokasyonên li girtîgehan bê girtin

9 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (221)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne