• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

    Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

    Toreke ku agahî ji MÎTê re dişand hat bêbandorkirin

    Toreke ku agahî ji MÎTê re dişand hat bêbandorkirin

    Li Golmarmarayê avahiya DEM Partiyê hat vekirin

    Li Golmarmarayê avahiya DEM Partiyê hat vekirin

    Encamê testê gonîya Huseyîn Aykolî pak nêvejîya

    Bijîjkên rojnameger Aykol dê dest bi tedawiyeke din bikin

    Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

    Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

    Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

    Li Elkê hezaz çêbû rê piştî çar saetan hate vekirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Malbatan dîsa xwestin biçin Îmraliyê

4 TÎRMEH 2025 - 14:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Li aliyê din birayê Ergîn Atabey, Erol Atabey, xwişka Zekî Bayhan Şukran Bayhan û birayê Mahmût Yamalak Selahattîn Yamalak ku berê biribûn Îmraliyê jî bi daxwaza hevdîtinê serlêdan kirin.

Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024ê de 8 caran li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî jî parêzeran di cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê disiplînê” yê ji bo 3 mehan ê nû li Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî “cezayê” hatiye dayin tu agahî nehatin parvekirin.

Malbata Rêber Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.

Piştî vê hevdîtinê, di 7’ê Hezîrana 2025’an de cara sêyemîn hevdîtina malbatê hat kirin. Hevdîtin, bi boneya Cejna Remezanê hat kirin. Di hevdîtinê de biraziyê Abdullah Ocalan Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û xwarziyê wî Alî Ocalan cih girtin. Abdullah Ocalan, di heman demê de piştî 26 salan cara ewil bi du xwarziyên xwe re hevdîtin kir. Di heman rojê de Hamîlî Yildirim jî bi bira û pismamên xwe re, Omer Hayrî Konar bi birayê xwe re hevdîtin kir. Her wiha Veysî Aktaş jî bi xwişk û birayên xwe re hevdîtin kir.

Ergîn Atabey, Mahmût Yamalak û Zekî Bayhan ku demekî kin berê sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin jî di 7’ê Hezîranê de bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

Festîvala Fîlman a Amedê di roja duyemîn de didome

8 KANÛN 2025
Toreke ku agahî ji MÎTê re dişand hat bêbandorkirin

Toreke ku agahî ji MÎTê re dişand hat bêbandorkirin

8 KANÛN 2025
Li Golmarmarayê avahiya DEM Partiyê hat vekirin

Li Golmarmarayê avahiya DEM Partiyê hat vekirin

8 KANÛN 2025
‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

‘Em dixwazin gelê Kurd çanda xwe di nava fîlman de bibîne’

8 KANÛN 2025
Encamê testê gonîya Huseyîn Aykolî pak nêvejîya

Bijîjkên rojnameger Aykol dê dest bi tedawiyeke din bikin

8 KANÛN 2025
Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

Herêma Geliyê Dîcleyê û Pîra Dehderî hatiye texrîbkirin

8 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (131)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne