Amedsporê ragihand ku maça ewil a sezona 2025-2026an dê li deplasmanê ligel Çorum FK bilîze.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), fîkstura Lîga 1emîn a Trendyolê ya sezona 2025-2026an pêk anî. Ev bijartina fîksturê li Tesîsên Kamp û Perwerdehiyê ya Hasan Dogan a TFFê ya li navçeya Beykoza Stenbolê pêk hat. Serokên qlûbên tîmên lîga yekemîn û rêveberên xwe beşdar bûn. Fîkstura lîstikên tîman diyar bû.
Amedsporê ji ber xebata amadekariya li Stada Amedê serî li TFFê da û xwest maça ewil li deplasmanê bê lîstin. TFFê serlêdana Amedsporê qebûl kir.
Amedsporê li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal ragihand ku maça wê ya ewil a sezona 2025-2026an li deplasmanê ligel tîma Çorum FK bilîze. Maç dê li stada bajêr a Çorumê pêk were.
Hat zanîn ku dê hefteya duyemîn a lîgê jî Amedspor li stada xwe li gel Erzurumsporê bilîze.