• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ya pêşîn e

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Çete êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikin

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 10ê ÇILEYA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Ciwanên Welatparêz pankart daliqandin: Rojava xeta sor e

    Rêveberiya Xweser bang kir: Bi gelê Şêxmeqsûdê re bibin yek

    Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlan armanca me ya pêşîn e

    Nexweşxaneya Şêxmeqsûd bi dijwarî tê topbarankirin

    Çete êrişî Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir dikin

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    Mehmet Emîn Ekmen: Heke şer belavî Sûriyeyê bibe dê herî zêde Tirkiye jê zirarê bibîne

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

    ‘Gelê Kurd bi yekîtiyê dikare pêşiyê li êrişan bigire’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 10ê ÇILEYA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelatgirên Nobelê ji bo Abdullah Ocalan ji saziyên navneteweyî re name şandin

Navenda Nûçeyan /AW

25 TÎRMEH 2025 - 10:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Jody Williams a ku di sala 1997’an de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt û Dr. Şirîn Ebadî ya ku sala 2003’yan heman xelat wergirt, di nameya xwe ya ji rêxistinên navneteweyî re şandin de azadiya Abdullah Ocalan û tevlibûna wî ya li pêvajoya aştiyê, xwestin.

 

Jody Williams û Şirîn Ebadî weke nûneriya 88 Xelatgirên Nobelê, nameyek nivîsandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di vê nameyê de ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), CPT û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hate xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û tevlîbûneke tam û bêastengî ji pêvajoya aştiyê re çêbibe.

‘Birêz Ocalan ji bo gelên herêmê ronahiyeke hêviyê ye’

Di nameyê de hate diyarkirin ku ew piştgiriyê didin banga aştiyê ya “Rêberê Kurd Abdullah Ocalan” û hate destnîşankirin ku ew ji ber şert û mercên girtîbûna ya Abdullah Ocalan a 26 salan bi fikar in. Di nameyê de wiha hate gotin: “Li seranserî cîhanê di demeke ku şer zêde dibin de, li Tirkiyeyê banga aştî û demokrasiyê ya Birêz Ocalan ji bo gelên herêmê ronahiyeke hêviyê ye. Weke saziyên navneteweyî û Ewropayê, girtîbûna bi dehan salan a Birêz Ocalan ji bo we meseleyek nû nîne. Weke Xelatgirên Nobelê me berê jî derbarê rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê, name ji we re şandibûn.”

‘Divê Birêz Ocalan azad bibe û bi awayekî tam tev li pêvajoyê bibe’

Di nameyê de îşaret bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê û kongreya PKKê ya xwefesixkirinê hate kirin û wiha hate gotin: “Di vê bangê de hate destnîşankirin ku xurtkirina xwişk-biratiya gelên Tirkiyeyê, girîng e. Banga Birêz Ocalan ruhê xwişk-biratî û aştiyê yê ku ji aliyê Alfred Nobel hatibû destnîşankirin, nîşan dide. Weke Xelatgirên Nobelê em vê hewldanê nas dikin û piştgirî didinê. Têkildarî destpêkirina jinûve ya danûstandinên aştiyê û weke nûner û lîderê siyasî yê rewa yê gelê Kurd Birêz Ocalan divê azad bibe û destûr were dayîn ku bi rengekî tam tevlî pêvajoya aştiyê ya dayî destpêkirin bibe; ev jî tê wê wateyê ku bikare bi parêzerên xwe, partiya xwe û hemû aktorên di pêvajoyên de cih digirin re bi azad peywendî çêbike.

Fikara Xelatgirên Nobelê yên ev nameya vekirî îmze kirine, ew e ku ti hewldana saziyên Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a NYyê ji bo Birêz Ocalan xuya nake. Mafên Birêz Ocalan di çarçoveya Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê û hiqûqa hundir, mewzûata Yekîtiya Ewropayê û hiqûqa navneteweyî de di bin ewlehiyê de ne; lê belê li gorî dîtinê evane hemû tiştekî îfade nakin.

Berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Em bang li van saziyan hemûyan dikin ku ji bo parastina mafên Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku biryara DMMEyê ya ku sala 2014an li dijî cezayên hepsa muebedê ya girankirî dayî, were bicihanîn û ‘mafê hêviyê’ jî were garantîkirin.

Banga aştiyê ya birêz Ocalan piştgiriyeke navneteweyî girtî ye

Banga aştiyê ya Birêz Ocalan ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî heya gelek hikûmetên welatan, ji endamên Parlamentoya Ewropayê heya rêxistinên civakî yên sivîl ên li seranserî cîhanê di çapa berfireh de piştgiriyeke navneteweyî girtiye. Serokkomar Erdogan jî qebûl kiriye ku yekane rêya aştiyê ya di navbera gelên Tirk û Kurd de, diyalog û muzakereya bi Abdullah Ocalan re ye. Ev rewş bi hevdîtinên Osloyê (2009-2011) û pêvajoya Îmraliyê (2013-2015) re bi rengekî vekirî derketiye holê. Em daxwaz dikin ku Birêz Ocalan were berdan û bikare bi rengekî tam û bêastengî tevli pêvajoya aştiyê bibe.

Silav û Rêz,

Jody Williams, Xelata Aştiyê ya Nobelê (1997)

Dr. Şirîn Ebadî, Xelata Aştiyê ya Nobelê (2003)”

Etîket: Abdullah OcalanDr. Şirîn EbadîJody Wîllîamssaziyên navnetewîXelatgirên nobelê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were sazkirin

Di nameya Ocalan a ku Hakan Fîdan behsa wê dike de çi heye?

9 ÇILE 2026
Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

8 ÇILE 2026
Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

2 ÇILE 2026
Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

31 KANÛN 2025
Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çetîn Arkaş: Daxwaza me ya ji bo azadiya Rêber Apo tu car nayê taloqkirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (327)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne