Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku duh dest pê kir îro di roja duyemîn de bi nîşandana fîlmên cur bi cur berdewam kir.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin di roja duyemîn de didome. Roja duyemîn a festîvalê bi Masterclas a “Li gel Ayşe Polatê di sînema û sinemaya belgefîlman de tecrubeyên senarîst û derhêneran” dest pê kir. Gelek kes tev li bûn.
Derhêner Ayşe Polatê destpêkê qala xwe û xebatên xwe kir û tecrubeyên xwe vegotin. Ayşe Polatê behsa fîlmê xwe yê “Otekîler” ku mijara wê qirkirina ermenan e jî kir. Piştî vegotina Ayşe Polatê ya tecrubeyên wê beşeke fîlmê wê yê bi navê “Kor Noktada” hate nişandan. Piştî pirs û bersivan xelat hate dayîn.
Fîlmê Dêra Sûrp Gîragos
Dû re fîlmê “Îkona Mezin a Dawîn: Dêra Surp Gîragos” ku derhêneriya wê Eren Kahraman dike hate nîşandan. Di fîlm de çîroka Dêra Surp Gîragos a Ermenan a li Amedê û cemata wê, ji rabirdûyê heta niha çi jiyane çawa dixwazin bijîn tê vegotin. Her wiha serpêhatiya weke kêmarekê dema dixwazin hebûna xwe biparêzin rûberê kîjan dijwariyan dibin jî tê vegotin.
Li Dengê Azadiyê Da
Pişt re fîlmê “Li Dengê Azadiyê Da” ku derhêneriya wê Zeynep Entezar dike hate pêşandan. Ev çîroka du xwişkên ku biryar dane li dijî bextê xwe yê reş ê ku li Efxenistanê para wan ketiye têbikoşin. Ji destçûna mafên xwe yên bingehîn ên weke perwerdehî, xebat, li xwekirin û heta meşa bi tene protesto dikin. Niha ev her du xwişk ji bo ku denge ragihînin cîhanê û li hemberî Talîbanê ji bo mafên xwe têbikoşin, hewl didin.
Wek Bayê Bê Ax
Dû re fîlmê “Wek Bayê Bê Ax” ku derhêneriya wî Borhan Ahmedî dike hate nîşandan. Fîlm paşxaneya dîrokî, siyasî û civakî ya sirgûnbûna 75 hezar Kurdên ku li Iraqê dijîn (Weke Kurdên Feylî tên zanîn) a ber bi Îranê ve û rewşa wan a îroyîn a li Îranê û cîhanê vedibêje. Zimanê fîlm Kurdî (Kelhorî) û Farisî ye.
Fîlmên cur bi cur tên nîşandan
Gelek kes tev li temaşekirina filman bûn. Dê di nava rojê de fîlmên “Îsmaîlê Me” ku derhêneriya wî Fatîn Kanat û Onder Înce dikin û qala nivîskar Îsmaîl Beşîkçî dike, fîlmê “Xewna Rojînê” ku derhêneriya wê Serwa Aliveisy dike û qala çîroka du kesên astengdar dike, fîlmê “Ezda” ku derhêneriya wê Halîme Akturk dike qala Êzidiyeke ku ji komkujiya DAIŞê ya li dijî Êzidiyan xelas bûye dike, fîlmê “Xana Nû” ku derhêneriya wê Bîngol Elmas dike û fîlmekî derbarê koçberî, biyanîbûn û îhtîmala lawaz a pêkvejiyanê de ye, fîlmê “Mala Min a Şîrîn Edene” ku derhêneriya wê Nagehan Ûskan dike çîroka Marieya Ermen ku ji Edeneyê ye û bi darê zorê hatiye misilmankirin vedibêje hatin pêşkeşkirin. Festîval dê îro bi nîşandana fîlmê “Rojnivîska Mişextiyekî” ku derhêneriya wî Mert Guncuer dike û qala bîranîn û jiyana rojane ya muzîkjenê şoreşger Fûat Saka dike bi dawî bibe.
Festîval dê sibê jî bi panel û nîşandana fîlmên cur bi cur bidome.
Endamê Komîteya Amadekar ê Festîvalê û endamê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Sîpan Dagdevîren diyar kir ku festîvala wan bi eleqeyeke zêde ya gel dest pê kir û qala bernameya duh hate lidarxistin kir.
‘Ji çar aliyên Kurdistanê derhêner hatine’
Sîpan Dagdevîren behsa bernameya festîvalê ya îro jî kir û wiha got: “Tev li bûn baş e. Gelê me, me bi tenê nahêle. Em jî ji bo gelê xwe xebatan dimeşînin. Derhêneran û çêkeran tînin ku gel zêdetir bi wan re têkiliyê deyne, pirsên xwe bipirse. Bi taybetî ji çar aliyên Kurdistanê ji dîasporayê jî gelek derhênerên me yên Kurd hatine. Dê ji îro û pê ve heypeyvîn jî çêbin. Niha baş e em bi serbilind in ku gelê me me bi tenê nahêle.”
‘Em xwedî li festîvalê derkevin’
Sîpan Dagdevîren banga xwedîderketina li festîvalê kir û wiha got: “Festîval festîvala me ye, em xwedî lê derkevin. Em li vê derê fîlmên berxwedanê, têkoşînê, têkoşîna jinê, têkoşîna ji bo axa welat nişan didin. Fîlmên ekolojiyê yên mafên mirovan hwd. Gelek belgefîlm hene. Em dixwazin gelê me tevlibûna xwe zêdetir bike.”