Amed – Belgefîlma “YÎBO” ku balê dikişîne ser asîmilekirina zarokên Kurd, dê îro li Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê were nîşandan. Derhênera belgefîlmê Şukran Demîr destnîşan kir ku heta polîtîkayên asîmîlasyonê bi dawî nebin wê pêvajoya heyî jî negihîje armanca xwe.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin. Festîvala ku îro çar roj in tê lidarxistin rastî eleqeyeke baş tê. Yek ji fîlmên ku ji bo festîvalê hate hilbijartin jî belgefîlmê “YÎBO” ye ku derhêneriya wê Şukran Demîr û Ozgur Unal kirin e. Belgefîlmê YÎBO dê îro saet 20.00an li Çand Amedê bê nîşandan.
“Dibistanên Seretayiyên Herîmî yên Razanî (YÎBO)” di sala 1962yan de bi awayekî fermî hatin damezrandin ku ji bo zarokên li herêmên çiyayî û belav ku nikarin xwe bigihînin perwerdehiyê. YÎBO belgefîlmeke ku li ser şahidiyên xwendekarên di navbera salên 1962 û 2010an de li bajarên cuda li van dibistanan xwendine hatiye çêkirin. Ceribandinên ku di belgefîlmê de têne vegotin ku ji dîmenên arşîvî û dîmenên YÎBOyên terikandî pêk tên, armanc dike ku bi eşkerekirina newekhevî, polîtîkayên asîmîlasyonê û dîsîplîna leşkerî ya ku zarok ê re rû bi rû dimînin beşdarî bîra kolektîfî bibe.
Yek ji derhênera belgefîlmê Şukran Demîr têkildarî naveroka fîlmî û armanca çêkirina belgefîlmê ji ajansa me re axivî.
‘Min digot ez ê rojekê li ser YÎBOyan xebatekê bikim’
Şukran Demîr diyar kir ku wê bi xwe jî sê salan li YÎBOyê xwendiye û wiha got: “Min jî li Colemêrgê li YÎBOyan xwend. Her tim di hişê min de bû min digot ez ê rojekê li ser YÎBOyan binivîsim an xebatekê bikim. Ji ber ku dema min dixwend jî min dizanî ev dibistan ka çawa nin û tê de çi tê kirin. Di sala 2022yan de Hafiza Merkeziyê ji bo ciwanan projeyek vekiribû min û hevalê xwe Ozgur Unal serî lê da qebûl kir. Me jî got em ê belgefîlmekê çêbikin û pirtûkekê derxînin. Pirtûka me derket, di malpera Hafiza Merkeziyê de jî heye.”
‘Armanca perwerdehiya dewletê teqez asîmîlasyon e’
Şukran Demîr wiha qala armanca çêkirina fîlmê xwe kir: “Çima YÎBO? Ji roja destpêka Komara Tirkiyeyê heta îro li hemberî Kurdan polîtîkayên asîmîlasyonê tên meşandin. Ev asîmîlasyone jî bi piranî li dibistanan tê kirin. Armanca wê perwerdehiya li dibistanan didin zarokan teqez asîmîlasyon e. Ez bi xwe jî ji tiştên ku min li van dibistanan jiyane dizanim ku ev asîmîlasyon tiştek biçûk nîne pir mezin e. Bi rêya zarokan digihe malbatê û gel. Ji ber vê yekê min xwest hinek behsa YÎBOyan bikim. Em ji bo kesên ku li YÎBOyan xwendiye hem jî ji bo gel dê baş be.”
‘Îro jî zimanê dayikê qedexe ye’
Şukran Demîr qala qedexeya li ser zimanê Kurdî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro dîsa zimanê dayikê qedexe ye. Dibêjin li sûkan zimanê Kurdî tê axaftin lê divê ji pêş dibistanê heta zanîngehan perwerdehî bê dayîn û qedexeya li ser ziman bê rakirin. Niha em cezayê ji bo nivîsa Kurdî li Amedsporê hate birîn jî dibînin, dayîkên me yên çûn Meclisê bi Kurdî axivîn û Kurdiya wan hate astengkirin dibînin. Ev hemû li ber çavan e. Îro jî zimanê dayikê qedexe ye. Ji ber vê yekê dê YÎBO bala gel bikişîne.”
‘Ziman qedexe nebe ev pêvajo jî dê bigihîje armanca xwe’
Şukran Demîr bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a heyî û ev tişt gotin: “Em di sala 2025an de ne. Lê em hêj nikarin bi serbestî bi zimanê xwe biaxivin. Niha pêvajoyek heye, madem ev pêvajoya aştiyê ye, ew aştî jî dê bi zimanî were, ziman qedexe nebe ev pêvajo jî dê bigihîje armanca xwe. Ji ber vê yekê ji roja min dest bi fîlmî kir heta îro sê salan li ser fîlmî xebitîm, armanca me ew bû ku balê bikişînim ku divê zarokên Kurdan li dibistanan, sûkan, her dem li her derê bi ziman, çand û hunera xwe bijîn. Ji ber vê yekê ev mesele ji bo me girîng e.”
‘Mijarên em li vê derê li ser biaxivin girîng in’
Şukran Demîr anî ziman ku dema fîlmê wê ji bo Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê hate hilbijartin pirr bi kelecan bûye û wiha pê de çû: “Fîlmê min cara ewil dê li vê festîvalê were nîşandan. Ji ber vê yekê kelecaneke me ya cuda heye. Festîval pir baş amade kirine. Gelek kesên cuda bi mijarên cuda tev li festîvalê bûne. Ew mijarên em li vê derê li ser biaxivin jî girîng in. Ji ber vê yekê cihê vê festîvalê ji bo min cuda ye.”
Şûkran Demîr bang li gelê Amedê û sînemahezan kir ku bên festîvalê bişopînin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Belgefîlma min îro saet heştan dê bê nîşandan. Ez dixwazim kesên ku bikarin werin bên û em li ser vê mijarê biaxivin. Ez ê bi hatina wan pir keyfxweş bim.”
Kurtejiyana Şukran Demîr
Di sala 1988an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bûye. Di sala 2014an de lîsansa xwe ya beşa dîrokê temam kiriye. Di sala 2024an de ji ber xebata xwe ya li ser polîtîkayên perwerdehiyê yên Tirkiyeyê yên li hember kêm neteweyan, bi taybetî li Lîseya Yewnanî ya Zografyon, mastera xwe wergirtiye. Wê ji bo gelek rêxistin û komeleyên civaka sivîl bi dilxwazî xebitî ye. Ew endama rêveberiya Komeleya Dema Jinan e. Wê wekî beşdar û şêwirmenda hevalan beşdarî bernameya Hafize û Ciwantî ya Navenda Bîrgehê bû û niha di projeya “Edalet Baş Dike” de li ser lêkolînên zimanê zikmakî dixebite. Li ser YÎBOyan pirtûkeke wê ya dîjîtal heye. Ew perwerdehiyên xwe yên li ser fîlman berdewam dike ku fîlman çêbike.