Li navçeya Kanîreşê ku bi zivistan û bihara xwe ya xweşik tê zanîn, berfa pêşî ya salê bariya.
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê berfa ewil a salê bariya. Duh bi şev li Çiyayê Qertalixê yê ser bi Kanîreşê ve berfê lê kir û çiya bi rengê spî xemilî. Kanîreş yek ji cihên herî ku zêde berf lê dibare yê bakurê Kurdistanê ye. Kanîreş bi berf û zozanên xwe bi nav û deng e. Bi barîna berfê re hewaya sar jî li herêmê dest pê kir.