• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rojnameger Ahmet Guneş îfade da

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê GULANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Dayikên Aştiyê dixwazin biçin Girava Îmraliyê’

Amed / AW

24 COTMEH 2025 - 08:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayîka Aştiyê Meyreme Tura da zanîn ku ew wek dayîkên aştiyê dixwazin biçin girava Îmraliyê û wiha got “Em dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk bînin û li ser pêvajoyê bi hev re bicivin.”

Meclîsa Dayikên Aştiyê di 18-19ê Cotmehê de bi dirûşma “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne” li Amedê konferansa xwe ya 3yemîn li dar xistibûn. Di encannameya konferansê de dayîkan diyar kiribû ku Dayikên Aştiyê dixwazin demildest azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û xwestin ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û li ser aştiyê biaxivin û civakeke demokratîk ava bikin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Meyreme Tura têkildarî daxwaza dayîken aştiyê ya ku dixwazin biçin cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

‘Gotinên me dayîkan jî hene em bi serokê xwe re parve bikin’

Meyreme Tura da zanîn ku di konferansa dayîkan ya 3yemîn de xwesteka dayîkan ew bû ku dayîk bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinek pêk bînin û wiha got: “Me konferasna xwe ya 3yemîn ya dayîkan pêk anî. Dayîkan di konferansê de anîn ziman ku divê demildest em biçin li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêre hevdîtinekê pêk bînin. Me ji xwe carekî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)ê dabû ku em biçine Girava Îmraliyê. Gotinên me dayîkan jî hene ku em bi serokê xwe re parve bikin. Em ê jî li pêşniyar û nêrînên wî guhdar bikin. Em dixwazin li gel serokê xwe pêvajoya Aştî û Cîvaka Demokratîk binirxînîn. Em bang li dewletê dikin ku bila gavan biavêje.”

‘Em dibêjin aştî û azadî’

Meyreme Tura li ser gav neavêtina dewlet-dethilatê anî ziman ku divê demildest dewlet gavên şênber biavêje û wiha axivî: “Ji aliyê dewletê ve hê tu gav nehatiye avêtin. Kongre hat lidarxistin, çek hatin şewitandin û gavên şênber ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin. Lê ev nêzî salekê ye bi ser pêvajoyê re derbas bû hê tu gav ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin. Çima dewlet zindanan vala nake û girtiyên me bernade. Em dixwazin li ser vê mijarê biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biaxivin. Divê her yek ji me bibe mertalên avakirina aştî û civaka demokratîk. Me serî netewand, em ê netewînin û wê têkoşîna me bidome. Me dayikan çiqas bedelên giran dabîn jî lê dîsa em dibêjin aştî û azadî.”

Etîket: Abdullah OcalanDayikên AştiyêKonferansa Dayikên Aştiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

PJAKê piştgirî da banga dayikên aştiyê

5 GULAN 2026
Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

Bakirhan: Statuya birêz Ocalan dê pêşiya pêvajoyê veke

5 GULAN 2026
Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

5 GULAN 2026
Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

5 GULAN 2026
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

‘Serok Apo azad nebe, ne aştî û ne azadî pêk tê’

2 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    Ocalan: Ji malê heta kolanê, ji siyasetê heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevgera Apoyî: Divê Rêber Apo muxatabê fermî bê dîtin û statuya wî bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çanda resen: Govenda Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona 15ê Gulanê ya Serhedê hat aşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Divê statuya Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bernameya 15ê Gulanê ya Amedê eşkere bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 2yemîn Rojên Pirtûkan dest pê dike: Armanc avakirina civakeke demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan li ser pêvajoyê tu tişt negot

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (120)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne