Stenbol – Lêkolîner, rojnameger û dîrokzan Ezîzê Cewo diyar kir ku Kurdên Ermenistan û Kazakistanê jî bi dilgermî pêvajoyê pêşwazî dikin û got: “Heta Serok Ocalan azad nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe. Gavên yekîtiyê jî hatine avêtin.”
DEM Partiyê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê, Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî li dar xist. Mêvan û axevêrên konferansê ji gelek welatên cîhanê hatibûn û di konferansê de nirxandin û analîzan kiribûn. Di axaftin û nirxandinên hemû beşdaran pesnê manîfesto û paradîmgaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dayîn û hat xwestin ku ji bo selametiya pêvajoyê Abdullah Ocalan demildest azad bibe.
Yek ji axivêrê beşa forumê yê konferansê jî rojnameger, nivîskar û lêkolîner Ezîzê Cewo bû ku ji Rûsyayê beşdarî konfernasê bûbû. Ezîzê Cewo ji Ajansa Welat re axivî û nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê parve kir.
‘Azad nebe pirsgirêk çareser nabe’
Ezîzê Cewo bi gotina, “Heta Serok Ocalan azad nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe” dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser destûra bingehîn a Tirkiyeyê ku netew û gelên din cihê hiştiye û got ku ev destûr neheqî li Kurdan, Ereban û netewên din dike.
‘Pêşbîniyên wî xurt in û pêşiya xwe dibîne’
Ezîzê Cewo anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinirxîne û analîzan dike û wiha got: “Tiştên ku 50 sal şûnve dê biqewimin dibînê. Pêşbiniyên wî hene. Ez bi Serok re demek dirêj mam e. Li akademiyê û beriya komployê em bi hev re bûn. Min serpêhatiyên xwe yên bi Serok re di pirtûka xwe de jî nivîsiye. Wê demê ji min re digot; ‘Heke ez rojekê biçim Enqereyê û bêjim; vaye ez li vir im hûn çi ji me dixwazin? Wê kî çi bêje?’ Ocalan pirsigirêke dibîne û dikare ji bo çareseriya pirsgirêkê organîze jî bike. Dikare mirovan bigihîne ba hev. Mirov li pey wî diçin.”
Ezîzê Cewo bi bîr xist ku piştî li Şamê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re vegeriyeya Moskovayê û gotarek bi navê “Nîşeyên Rêwîtiyê” nivîsandiye û di gotarê de dibêje, “Min gotiye dema tu bi wî re li cihekî bî, tu dixwazî tim li kêleka wî bî û hevrêyê wî bî.”
‘Dixwazim di bin sîwana wî de bixebitim’
Ezîzê Cewo destnîşan kir ku ew dixwaze gavek beriya gavekê Abdullah Ocalan bibîne û û wiha axivî: “Ez tenê naxwazim wî bibînim di heman demê de dixwazim di bin sîwana wî de bixebitim, ez bibînim ku ew vegeriyaye nav gelê xwe. Gelê Kurd jî xwe girtî hîs dike. Beriya Serok û tevgera PKKê rabin û wan nas bikim em dilxazê tevgera Mele Mustafa bûn. Lê piştî Serok rabû û PKK derket, me digot qey tenê ew şervan in, lê me dema me wan nas kir, me dît ku ew rewşenbîr, zane, xwenda û hunermend in. Piştre jî me bi zimanê Ermenî rojnameyeke derxist û navê wê jî Botan bû. Piştre jî em çûn cem Serok û me wî ji nêz ve nas kir. Ji me re got biçin nava gel, biçin nav gel rêxistinkirinê bikin.”
‘Gavên yekîtiyê hatine avêtin’
Ezîzê Cewo anî ziman ku yên ku li ser navê Kurdiyatiyê Abdullah Ocalan reş dikin divê kes zêde bala xwe nede ser wan û wan tiştekî hesab neke. Ezîzê Cewo da zanîn ku rizgariya gelê Kurd çiqas girîng be ewqas jî yekîtiya gelê Kurd jî girîng e û got: “Sedema bindestiya me jî ew e ku yên beriya me yekîtiya wan tune bûye. Nebûne yek. Ji ber wê di vê pêvajoyê de yekîtî pirr girîng e. Vê pêvajoyê yekîtî jî anî. Barzanî spasiya Ocalan dike. Ev jî gavên yekîtiyê ne. Ew jî dibînin ku Ocalan destê wan jî xurt dike. Yên niha heqeretan li Ocalan dikin, nevî û zarokên wan jî dê ji vê pêvajoyê sûdê werbigirin. Lê fêm nakin. Di vê konferansê de jî Barzanî û Talabanî peyam şandin û piştigiriya Ocalan kirin. Ev girîng e. Yekîtî dê çêbibe bes bila xiyanet nebe.”
Kurdên li sovyetê pêşwaziyê li pêvajoyê dikin
Ezîzê Cewo diyar kir ku Kurdên Rûsya, Ermenistan û Kazakistanê jî bi dilgermî pêwaziyê li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin û wiha got: “Helbet ên ji pêvajoyê fêm nakin jî hene. Lê bi piraniya gel bi erênî pêşwazî li pêvajoyê dike. Divê yên fêm nekirine jîmeriv bi wan bide fêmkirin. Gavên baş tên avêtin. Ji bo wê jî gel bi erênî pêşwazî dike.” Ezîzê Cewo banga jidilbûna pêvajoyê li desthilata Tirkiyeyê kir û got ku heke desthilat jidil be divê axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê li Meclîsê asteng nekira û sedema vê yekê jî pergala li Tirkiyeyê nîşan da.
‘Gereke netew û zimanê Kurdî di destûrê de bên nasîn’
Ezîzê Cewo destnîşan kir ku divê destûra bingehîn ji aliyê kesekî tenê ve neyê çêkirin û got: “Hemû gel û pêkhateyên li Tirkiyeyê divê bicivin û nêrîna wan derbarê destûrê de hebe, destûreke bingehîn binivisînin û hemû gel di nav de cih bigirin. Divê her netew bi mafên xwe bijîn. Heke netew bê nasîn di destûrê de zimanê wê jî tê nasîn. Bingeha her tiştî ziman e. Nasname ziman e. Ziman her tişt e. Ziman ji welat jî mezintir e. Ziman hebe, çand û hebûna tê jî bi wî zimanî ye. Weke netew tu heyî. Zarokek jî bi zimanê Kurdî mezin bûbe dê teslîm nebe.”
‘Xwedî li pêvajoyê derkevin’
Ezîzê Cewo di dawiyê de şîret û pêşniyazên xwe anî ziman û got: “Gere gelê Kurd xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Ev pêvajo ji bo we ye. Ji bo mafên we ye. Ji bo nevî, zarok û pêşeroja we ye. Heke hûn dixwazin weke netew di pêşerojê de cihê xwe bigirin û şerm nekin û bêjin em Kurd in xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.”













