Amedspor û Bandirmaspor îro êvarê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê tên hemberî hev. Alîgirên Koma Dîrenîşê beriya maçê ji ber Amedstore heta stadê meş li dar xistin.
Maçên Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbula Tirkiyeyê (TFF) di hefteya 17emîn de berdewam dikin. Amedsporê û Bandirmasporê êvarê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê tên hemberî hev.
Alîgirên Amedsporê yên Koma Dîrenîşê ji ber Amedstore heta ber stadê meş li dar xistin. Alîgiran di meşê de pankart vekirin û meşaleyan pê xistin û fişekên hewayî teqandin. Alîgran bênavber dirûşm berz kirin.














