Li Amedê ji ber berfê gelek rê û cade hatin girtin û ev bû sedema qezayan. Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebata paqijkirina rê û cadeyan da destpêkirin.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê demsalê cihê xwe ji berfê re hişt. Li Amedê ji ber berfê rê û cade hatin girtin. Şofêr û welatiyan zehmetî kişandin. Li gelek cihan wesayît şemitîn û li hev qelibîn. Li rawestgehan welatî li benda dolmîş û otobusan sekinîn ku bigihîjin cihê kar û barên xwe.

Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo vekirina rê û cadeyan xebat da destpêkirin. Tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina rê û cadeyan di nava hewldanê ye. Xwê li ser rêya tên kirin ku berf bihele û rê qeşa negirin.














