Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rewşa du girtiyên siyasî yên kurd li Girtîgeha Ûrmiyeyê di rewşeke krîtîk de ne û destnîşan kir ku rayedarên girtîgehê xizmetên tenduristiyê ji wan re red kirine.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê rewşa du girtiyên siyasî yên kurd yên li Girtîgeha Ûrmiyeyê ya rojhilatê Kurdistanê de agahî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê du girtiyên siyasî yên kurd Behram Mecdîferd û Şahîn Wesaf bi nexweşiyên cûr bi cûr re dikişînin û wiha hate gotin; “Divê ew ji Zindana Ûrmiyê bo nexweşxaneyek li derveyî girtîgehê werin veguhastin. Lê ji ber sedemên nediyar xizmetên tenduristî ji wan re nayên dayîn.”
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî rewşa tenduristî ya her du girtiyê siyasî wiha got; “Şahîn Wesaf nêzîkî du hefte berê rakirin nexweşxaneya Ûrmiyeyê û jê re gotin ku divê emeliyata movikan ji wî re were kirin.
Behram Mecdîferd her wiha ji êşa diranan dikşîne û kevir li ser gurçikên wî hene. Lê rayedarên girtîgehê rê li ber rakirina wan ji bo nexweşxaneyên li derveyî girtîgehê digirin.
Hêjayî gotinê ye ku Şahîn Wesaf yê ji Selmasê ye di 21ê îlona 2025an de bêyî fermana dadwer ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaata Îranê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Ûrmiyeyê. Ji aliyê Şaxa Duyemîn a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyeyê ve bi serokatiya dadwer, Şahîn bi tohmeta “sîxuriya ji bo Îsraîlê”, 10 sal û rojek cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Her wisa Behram Mecdîferd ku niştecihê gundê Rezanî yê Ûrmiyeyê ye, di hezîrana 2025an de bêyî fermana dadwer ji aliyê Wezareta Îtlaata Îranê ve hate girtin û şandin girtîgeha Ûrmiyeyê. Ji aliyê Şaxa 39an a Dadgeha Bilind a Îranê ve bi tometa “endametiya di komên dijî Îranê û propagandaya li dijî dewletê” de hate mehkûmkirin, 11 sal û 11 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.













