Navenda Nûçeyan – Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jin û zarok di nav de 7 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî Filistinê berdewam dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin bi destxistin artêşa Îsraîlê li Taxa ez-Zeytûn a li başûrê Xezayê malek hedef girt. Di êrişa Îsraîlê de jin û zarok di nav de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku artêşa Îsraîlê xaniyê malbata “Ebû Diyye” hedef girtiye, xanî hilweşiyaye û xesar gihiştiye xaniyên derdorê jî.
Li gorî daxuyaniyên rayedarên tenduristiyê yên li Filistînê hejmara kesên di şerê navbera Îsraîl û Hamasê de jiyana xwe ji dest dane ji 44 hezaran derbas kiriye.
Di şer de heta niha zêdeyî 14 hezar zarokên filistînî bûne qurbana şer. Şerê ku di 7’ê Cotmeha 2023’an de, di navbera Artêşa Îsrail û Gazzeyê de dest pê kir, 165 roj in berdewam dike. Heta niha di şer de 2 hezar û 807 komkujî pêk hatine. Di êrîşên artêşa Israîlê yên li dijî Şerîda Gazzeyê de zêdetirî 14 hezar zarok û 9 hezar û 220 jin hatin qetilkirin. Dîsa di şer de 7 hezar kes di bin kavilên xaniyan de winda bûne.