Alîgirên Amedsporê yên îşev ji bo piştgiriyê çûne maça Amedsporê ji trubûnan dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin.
Amedspor a di Lîga 1. a Trendyolê de yekemîn e, di sehaya xwe de bi Çorum FKyê re dilîze. Hezaran alîgirên Amedsporê yên hatine maçê, bi yek dengî dirûşmên “Bijî berxwedana QSDê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi têkoşînê bi ser kevin” berz kirin.
Beriya maç dest pê bike alîgiran dirûşma “Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat” berz kirin û bal kişandin ser ruhê yekitiyê.











