Serokê Amedsporê Nahît Eren û heyeta pê re serdana Serokê YNKyê Bafil Celal Talabanî kir.
Heyeta Qlûba Amedsporê li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe didomîne. Heyeta ku ji Serokê Qlûba Amedsporê Nahît Eren, Serokê Şêwreya Bilind a Amedsporê Metîn Kilavuz û rêveberên Amedsporê pêk tê duh li Hewlêrê serdana Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiribûn.
Heyeta Amedsporê ku ji heman kesan pêk tê îro jî li bajarê Silêmaniyê serdana Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî kir. Bafil Talabanî pêşwazî li heyetê kir û sohbet û axaftinên xweş di navbera wan de hate kirin.
Heyeta Amedsporê formayek Amedsporê diyarî Bafil Talabanî ku navê wî li ser nivîsandibû kir.













