Li Mêrsînê bi hezaran kes bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û banga bilindkirina têkoşîn û parastina Rêveberiya Xweser kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê meşek li darxist. Girseya li navçeya Şahînbeyê civiya bi seatan meşiya. Di dema meşê de girseya pankarta, “Rojava tenê nîne, parastina Rojava parastina mirovahiyê ye, Rojava xeta me ya sor e” vekir, sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” berz kirin.
Banga parastina Rojava
Piştî meşê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd di bin talûkeya komkujiyê de ye. Koca wiha domand: “Li Tirkiyê îktîdar li şûna Kurdan biparêze alîkariya çeteyan dike. Bi mifteyên berê hûn nikarin deriyên nû vekin. Bi polîtîkayên îmha û înkarê hûn nikarin pêvajoyek nû ava bikin. Li aliyekê hûn behsa tifaqa Tirk, Kurd û Ereban dikin û li aliyê din Kurdan qetil dikin. Em destûr nadin vê komkujiyê. Em dê Rojava biparêzin. Rojava deriyê çareseriyek bi rûmet a lli Tirkiyê ye. Divê êrişkar bizanibin ku Rojava ya me ye û em dê biparêzin.”
Piştî axaftinê girseyê bi slogan û çepikan piştgiriya xwe domand.













