Şanaz Îbrahîm Ehmed piştgirî da banga seferberiya neteweyî ya ji bo parastina Rojava û banga navneteweyî kir û ji civata navneteweyî xweste ku Rojava biparêzin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed banga parastina Rojavayê Kurdistanê kir. Şanaz Îbrahîm Ehmed di banga xwe diyar kir ku bi xemgîniyeke mezin em nûçeyên xemgîn ya li ser rewşa gelê Kurd li Rojava dibihîzin û got: “Pirtirê wan nûçe û agahiyan de em dibihîzin ku xelkê sivîl, jin, zarok û mêr ji aliyê komên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê û li gel çeteyên DAIŞê ve rastî êrişên hovane tên.”
Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku van êrişkaran girtiyên DAIŞê yên girtî jî berdan û got: “Ev çete bi qirkirin û şerjêkirinê ten zanîn. Berdana vana ji bo mirovahiyê xetereyeke mezin e.” Şanaz Îbrahîm ji qada navneteweyî dixwaze ku ji bo agirbesteke mayînde pêk were zextê li Şamê bikin.
Şanaz Îbrahîm Ehmed got ku her kes bêyî ku pirsa ol û nijada wan bê kirin xwedî mafekî xwezayî û wekheviyê ne û mafê wan ê azadî û ewlehiyê heye. Şanaz Îbrahîm da zanîn ew bi rêya medyayê û çavkaniyên taybet bi kiryarên hov yên çeteyên hikumeta demkî ya Şamê dibihîzin ku li dijî sivîlên bê parastin yên ku çardeh sal in ji şer û koçberiyê gelek êş kişandine.
Şanaz Îbrahîm Ehmed got ku berpirsiyariya her tiştên ku niha li Sûriyê rû dide, dikeve stuyê welatên ku beşdarî navbeynkariya peymana di navbera Ehmed Şara û General Mazlum Ebdî bûne de ye.













