Hat ragihandin ku di êrişên komên çeteyan ên li ser gundê Zerkutik ê girêdayî Kobanê de, zarokek û 3 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji herêmê ragihandin, komên çeteyan ên girêdayî HTŞê, DAIŞê ku Tirkiye piştgiriyê dide wan bi topan êrişî gundê Zerkutik ê Kobanê kirine. Di encama êrişê de zarokek û 3 kes birîndar bûne.
Li Çilaxayê şer
Li aliyê din komên çeteyan li gûnde Safayê girêdayî bajarê Çilaxa, êrişê çeperên şervanên HSD, YPG û YPJê kirin. Li ser vê yekê şervanan bersiv dan û şer qewimî.













