KNKê li navenda xwe ya li Qamişloyê bi partiyên Kurd ên li Rojava re dest bi darxistina civînê kir. Di civînê de peymana HSD û hikûmeta demkî ya Şamê hat xwendin û girîngiya yekitiya Kurdan hat nîqaşkirin.
Di roja 29ê Çileya 2026an de şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û yekbûna gelê Kurd, hat Rojava. Şande ji hevserokê KNKê Ehmed Karamûs, endamên rêveber ên KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas pêk tê.
KNKê îro li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dest bi civînê kir û partiyên Kurdan ên li Rojava tevî civînê bûn. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tên.
Civîn ji aliyê sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo û endamê Konseya Rêveber a KNKê Ekrem Hiso ve hat birêvebirin. Di civînê de reşnivîsa peymana di navbera HSDê û hikumeta demkî ya Şamê de hat xwendin û di vê pêvajoyê de girîngiya yekitiya gelê Kurd û rewşa dawî hat nîqaşkirin.
Piştî xwendina metna peymanê, civîn ji çepemeniyê re girtî didome.
Dê KNK piştî civînê bi ENKSê re civînekê li dar bixe.













