Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî bal kişand ser peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê û got: “Ez li pişt birayê xwe General Mazlûm Ebdî me.”
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de peyamek weşand.
Bafil Talabanî ewilê peyaman bi kêfxweşî pêşwazî kir û got: “Ez pêşwaziyê li peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi aştiyê û dawîanîna aloziyan dikim.”
Talabanî di dewama peyama xwe de wiha got: “Hêvîdarim bibe destpêka misogerkirina mafên neteweyî yên hemû pêkhateyan bi taybetî gelê Kurd. Ez spasiya Amerîka, Fransa û welatên garantor dikim û hêviya min ew e ku peyman bibe sedema aramî û geşbûna Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê.”
Talabanî spasiya hemû kesên piştgiriya Rojava kir û bi taybet ciwanên Kurdistanê û wiha bi dawî kir: “Ji nava dil spasdariya xwe pêşkêşî hemwelatiyan, bi taybetî ciwanên Kurdistanê û diasporayê dikim ku piştgîriya Rojava kirin û ji cîhanê re gotin, Kurd e. Hewldan û berxwedana birayê xwe General Mazlûm Ebdî ji bo mafê gelê me yê Rojava bibîr tinim û jê re dibêjim, ez bi te şanazim û weke hertim li pişta te me.”













