Bi hezaran welatiyên Hewlêr ku daketibûn qadan piştgiriyek xurt da Rojavayê Kurdistanê.
Li Hewlêrê bi hezaran welatiyên li pêşiya Kelha Hewlêrê li hev kom bibûn piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Di meşê de bê navber diruşmên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yeke Yeke Yeke Kurdistan Yeke” û “Rojava Rojhilat, Kurdistan Yek Welate” hatin qîrkirin. Girseyê bi seatan piştgiriya berxwedana Rojava kir û daxuyandin ku dê heta dawiyê bi têkoşînê re bin. Her wiha welatiyan xwest ku têkoşîn bi her alî ve bê mezinkirin.













