Cenazeyê Ehmed Hêmin Omer ku wek cangoriyê seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin, bi merasîmek girseyî li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate veşartin.
Ehmed Hêmin Omer ku di 27ê Çileyê de li Rojavayê Kurdistanê, di berxwedana li dijî çeteyên HTŞ-DAIŞê ku dewleta Tirk piştiriyê dide wan jiyana xwe ji dest dabû, li Kerkûkê hate veşartin. Di merasîma cenaze de bi hezaran kes amade bû û cangoriyê xwe bi bîr anîn.
Cenazeyê şehîd bi beşdarbûna malbat, welatiyan û kesayet û aliyên siyasî, li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate veşartin.
Dayika Ehmed ji Rojnewsê re axivî û got: “Em bi Kurdê xwe serbilindin, beşdarbûna ewqas welatiyan di merasîmê de xema me sivik kiriye.”
Ehmed Kerkûkî ciwaneke Kurd ê leheng yê ji bajarê Kerkûkê, hemû sînorên bi destan hatine çêkirin hilweşand û xwe gihande berxwedana dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê. Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên welatparêz yên ji Kerkûkê di 20ê Çileyê de tev li seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdistanê roja 27ê Çileyê li eniya berxwedanê ya li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest daye.














