Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê, hevşaredar û rêxistinên sivîl ên Amedê, li dijî cezaya ku ji ber vîdeoyeya hûnandina kezî li Amedsporê hatiye birîn, daxuyanî dan çapemeniyê û ji TFF û PFDKyê daxwaz kirin ku biryaran li gorî prensîbên gerdûnî yên sporê ji nû ve binirxînin.
Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê, rêxistinên sivîl ên Amedê û hevşaredarên DEM Partiyê yên Amedê bi boneya cezayê ku li Amedsporê hatiye birîn, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilatê (GGC) daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên klûba Amedsporê, endamên Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê, endam û rêveberên saziyên sivîl, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn û hevşaredarên navçeyên Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Şêwreya Bilind a Amedsporê Sorgul Aytek ve hate xwendin.

‘Vîdeo ji bo 25ê Mijdarê hatibû amadekirin’
Sorgul Aytek anî ziman ku Amedsporê di 23yê Çileyê de, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdyoyek parve kiriye ku tê de keçikek ciwan li hundirê stadyumê porê xwe dihûnîne. Aytek di axaftina xwe de got: “Armanca vê vîdyoyê ew e ku dîtinbariya jinan di qadên werzîşê de zêde bike û li hemberî tundiya li ser jinan hişmendiyeke civakî ava bike. Vîdyoya navborî bi boneya 25ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, hatiye amadekirin. Ev vîdyo di dîroka 22 Mijdara 2025an de, di dema maça Lîga Super a di navbera tîmên jinan ên Amedspor û Trabzonsporê de, li ser rûpela fermî ya Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hate weşandin.”
‘802.500 TL cezaya pereyan li Amedsporê hate birîn’
Sorgul Aytek destnîşan kir ku li ser vê vîdyoya ku tundiya li ser jinan protesto dike, bi awayekî xwezayî, tu pêvajoyeke dadwerî an jî îdarî nehatiye destpêkirin û wiha got: “Lê belê, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), ji ber vê vîdyoya ku berê hatibû weşandin û tu pirsgirêkeke hiqûqî jî ava nekiribû, di 27ê Çileyê de Amedspor sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK) kiriye. PFDKyê bi hinceta ‘daxuyaniyên ku rûmeta futbol û saziyên wê xira dikin û propagandaya îdeolojîk’ dike 802.500 TL cezaya pereyan li Amedsporê birîye û her weha 15 roj cezaya mahrûmiyeta mafan li Serokê Klûbê Nahit Eren daye.”
‘Em helwest û biryaran şermezar dikin’
Sorgul Aytek anî ziman ku wek Desteya Şêwrê ya Bilind a Amedsporê û saziyên sivîl yên Amedê van xalan diyar dikin:
* Cezakirina Amedsporê ji ber helwesta wê ya li dijî tundiya li ser jinan û ji bo parastina hebûna wekhev û ewle ya jinan di werzîşê de, wekî kirineke nayê qebûlkirin dibînin.
* Helwest û biryarên neheq ên li hemberî Amedsporê (yên ku êdî bûne domdar) şermezar dikin.
* Li dijî her cure cudakarî û bêhiqûqiya li hemberî Amedsporê disekinin û pêvajoyên hiqûqî yên ji bo pêkanîna edaletê ji nêz ve dişopînin.
* Di bin pêşengiya saziyên sivîl de, ji bo bidawîkirina vê cezayê, kampanyayeke mezin a bexşînê didin destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de, bang li TFF û PFDK hate kirin ku biryarên xwe yên li dijî Amedsporê di pîvana heqaniyetê de ji nû ve binirxînin û li gorî prensîbên gerdûnî yên sporê û wijdana civakî tevbigerin.














