Amed – Welatiyên ku tev li civîna gel a li navçeya Bismilê hate lidarxistin bûn wiha gotin: “Dem dema azadiya Rêber Ocalan e. Azadiya Serokê me azadiya me ye. Divê em di 15ê Sibatê de ji bo azadiya Serok dengê xwe derxînin.”
Platforma Saziyên Demokratîk a Bismilê duh bi dirûşma “Em bi hev re xurt in, pirsgirêkan bi hev re çareser dikin” li Eywana Dawetê ya Firatê ya navçeya Bismilê ya Amedê civîna gel li dar xist. Endam û rêveberên DBPê, DEM Partiyê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes beşdarî civînê bûn. Di civînê de têkildarî Komploya 15ê Sibatê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên li Rojava, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hate axivîn. Welatiyên ku tev li civînê bûn têkildarî Komploya 15ê Sibatê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe.

‘Azadiya Serokê me azadiya me ye’
Welatiya bi navê Şukran Açik bal kişand ser komploya 15ê Sibatê û wiha got: “Em ji bo Roja Reş hatine vir. Em hezar caran şermezar dikin. Serokê me mil, bask, dest û çavê me ye. 27 sal in girtî ye. Tecrîda li ser wî, li ser me ye. Bi taybetî jin li ser xwe dibînin. Azadiya Serokê me azadiya me ye. Serkeftin a me hemûyan e. An azadî an azadî.”

‘Xwestin Rêber Apo bindest bikin û gelê Kurd tune bikin’
Welatiyê bi navê Mûharrem Yildiz jî diyar kir ku bi komploya 15ê Sibatê xwestin di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tune bikin û wiha got: “Dizanibûn ku azadiya Rêber Apo azadiya Kurd û Kurdistanê ye, xwestin Rêber Apo bindest bikin û gelê Kurd tune bikin. Lê ev tişt pêk nehat. Gel girêdayî Rêbertiya xwe ye. Niha şert û merc guncav bûne, em dikarin azadiya Rêberê xwe bi dest bixînin. Em Rêberê xwe azad bikin em ê gelê xwe jî azad bikin. Her wiha fikr û ramanên Rêberê me ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo Rojhilata Navîn projeyên wî hene. Bi xwişk û biratiya gelan cîhan hemû dê bikeve nava aramiyekê. Heke Rêberê me azad nebe dê Rojhilata Navîn bikeve nava gengeşiyeke pir mezin.”
‘Em bi yek dengî bang bikin em ê azadiyê bi dest bixin’
Mûharram Yildiz got ku “Kîjan Kurd li ku dera cîhanê be divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dengê xwe bilind bike” û wiha domand: “Heke ku dengê xwe bilind bikin dê destê Rêber Apo xurt bibe, wê azadiya wî bi hêsanî bi dest bikeve. Heke bêdengî hebe dê ev pêk neyê. Ji ber kesên desthilatdar naxwazin civakeke demokratîk ava bibe, naxwazin Rêbertî azad bibe. Ji bo ku em wan tengav bikin divê em dengê xwe bilind bikin. Em bi yek dengî bang bikin û bibêjin ‘azadiya me di azadiya Rêber Ocalan de ye. Em dixwazin Rêberê me azad bibe.’ Dema ku em bi yek dengî bang bikin. Em ê azadiyê bi dest bixin. Dem hatiye dem dema azadiya Rêber Ocalan e. Heke em Rêberê xwe azad nekin em ê azadiya xwe jî bi dest nexin.”

Nafîye Tûranê jî xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û xwest bi tifaqî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê derketin.

‘Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan demildest azad bibe’
Welatiyê bi navê Habîp Akinci jî diyar kir ku ji bo aştiya gelan çi ji destê Rêberê Gelê Kurd hatibe kiriye û wiha axivî: “Heta îro di zindanê de ye. Ev yek ne hiqûqî ye, ne exlaqî ye ne jî mirovî ye. Kesekî wekî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan diviyabû niha li derve bûya, li dijî van bêhiqûqiya dê ked dabûya dê aştiyeke mayînde anîbûya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Wê herkesê jê sûd bigirta lê mixabin îro hêj jî di Zindana Îmraliyê de ye. Em dixwazin Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan demildest bigihe azadiya xwe û were nav gelê xwe û gelê xwe bi rê ve bibe.”

‘Cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nav gelê wî ye’
Welatiyê bi navê Mehmet Çîçek jî destnîşan kir ku cihê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nav gelê wî ye û wiha got: “Ji ber ku Serok ji bo gel heye. Lazim e gel û Serok bibin yek parçe û bi hev re bin. Îro li her çar parçeyê Kurdistanê mejî, deng û dil bûye yek. Wexta ku Serok di nava gel de be ev yek dê rû bi rû pêş bikeve. Çawa ku nasnameya xelkê cîhanê heye, em dixwazin nasnameya me jî hebe. Wexta ku yekîtiya me hebe, em destê xwe bidin hev wê demê dê Serok jî azad bibe. Em ê bi hêza xwe wî azad bikin. Em dixwazin di 15ê Sibatê de ji bo azadiya Serok dengê xwe derxînin û li cîhanê belav bikin.”

‘Banga me ji dewleta Tirk azadbûna Serok e’
Welatiyê bi navê Şaban Karademîr jî ev tişt gotin: “Em dixwazin Serok Apo azad bibe. Em azadiya tevahî gelê Kurd dixwazin. Banga me ji dewleta Tirk azadbûna Serok e. Têkoşîna Kurdan ji bo azadiya Serok Apo ye. Heta Serok Apo azad nebe ez nebawerim ku tiştek jî çêbe.”




















