Hevserokê Egîtîm Sena Êlihê Ramazan Bîlmez anî ziman ku bi salane tevî ku ev hevpeymanan navneteweyî ya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê heye jî dîsa jî li gelek welatan desthilat di nava hewldanên tunekirina zimanan de ne.
Di sala 1999an de UNESCOyê 21ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Weke her sal îsal jî li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê amadekarî û deklerasyon ji bo 21ê Sibatê hatin lidarxistin. Tevî ku Kurd li ser axa xwe dijiyan jî nekarîn bi hêsanî bi zimanê xwe biaxivin û gelek caran dema ku diaxivin, rastî êrişên nijadperst hatin. Herwiha Kurd nikarin li dibistan, nexweşxane, saziyên fermî, meclis û hwd. bi Kurdî karê xwe pêk bînin. Bi salan e ji bo ku zimanê Kurdî bibe fermî têkoşînek tê dayîn. Lê tevî van qedexeyan û polîtîkayên helandinê jî zimanê Kurdî xwe parast û heya roja me ya îro hat.
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistî (Egîtîm Sen) yê Êlihê Ramazan Bîlmez derbarê 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê de axivî.

Ramazan Bilmez diyar ku li ser ruyê dunê nêzîkî 7 hezar ziman hene, ji van zimanan jî nêzîkî 2500 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne û wiha got: “Ji bo ku ev ziman bên parastin, UNESCOyê 21ê Sibatê kiriye ji bo ku pirçanî û pirzimanî were parastin vê rojê wek roja zimanê dayikê ragihand. Li Tirkiyeyê jî mixabin li ser zimanê Kurdî nêzîkî 80-90 sal in înkarkirina dewletê heye. Niha jî dema ku li meclisê parlamenterek bi Kurdî diaxive dengê wan tê birîn û zimanê Kurdî weke “zimanê x” tê qabûlkirin. Em jî weke sendîkaya perwerdehiyê di nava xwendevanan de û wek mamoste em dibînin bê ku çawa ziman tê tunekirin. Her wiha PÎSA heye li dunyayê, li ser FENê, Matematîkê û li ser fêmkirina xwendinê ezmûnan çêdikin. Di vir de jî di nava 32 komarên UNESCOyê de Tirkiye di hejmara 29an de ye. Ev jî ji ber ku li Tirkiyeyê gelek zarokên Kurd ne bi zimanê xwe bi zimanekî biyanî perwerde dibînin. Em di wê baweriyê de ne, dema ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibînin, dê perwerdehiya Tirkiyeyê jî li pêş bikeve.”
‘Ew çalakiyên bişaftinê ne’
Di berdewama axaftina xwe de Ramazan Bîlmez bal kişand ser kiryarên pergalê yên bişaftinê ku di meha Remezanê de jî di nava hewldanên bişaftinê de ne û wiha pêde çû: “Her wiha em di meha Remezanê de ne. Ev meh ji bo Bisilmanan meheke pîroz e. Di vê mehê de jî Wezareta Perwerdehiyê li 81 bajaran nivîs şandiye û dibêje; çalakiyan ji bo meha Remezanê bikin. Ew çalakiyên bişaftinê ne. Xwedê Teala di ayeta pîroz a Quranê de jî dibêje, ‘ayetên min yek ji wan pir zimanî û pir rengî ne.’ Desthilata heyî li dibistanan şahiyên Remezanê li dar dixe, lê perwerdehiya bi zimanê zikmakî hê jî qebûl nake. Weke ku em zanin ji salekê zêde ye li Tirkiyeyê ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpêkirin. Divê bi vê pêvajoyê re li Tirkiyeyê her kes bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibîne. Her wiha divê zimanê Kurdî jî li dibistanan weke perwerdehiyê bê dayîn. Pergal bi salan e ku bi siyaseta xwe ya înkar û îmhayê dixwaze zimanê Kurdî ji holê bide rakirin.”
‘Dê ev ziman bijî’
Ramazan Bîlmez anî ziman ku di hefteyê de du rojan li dibistanan dersên bijarte têne tên dayîn û got ku ji bo ders neyên hilbijartin jî çi ji destên wan tê, dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku zarokên Kurdan di dersa bijarte de zimanê xwe yê zikmakî ne hilbijêrin çi ji destê wan were dikin. Ev bixwe jî nakokî û polîtîkayên desthilatdaran e. Li Tirkiyeyê nêzîkî 17 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Yek ji wan zaravayan jî Kirmanckî ye. Sedem jî ji ber ku li dibistanan weke perwerdehiyê nehatiye qebûlkirin û dayîn. Bişaftina zimanan ji aliyê pergalê ve çiqas hêsan be, parastina wê jî ji bo me ewqas hêsan e. Em di nava malbata xwe de, li sûkê, bazaran û li kolanan karê xwe bi zimanê xwe bikin, wê demê ev ziman dê bijî. Divê em di nava xwe de tim û tim bi Kurdî biaxivin. Weke EGÎTÎM SEN di rêziknameya xwe de em dibêjin, ‘zimanê zikmakî mafê zarokan û mafên gelan e. Divê bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. Ji xeynî wê jî em weke şaxa Êlihê, mehê carekê panel, komxebat, sinema û şanoyên Kurdî li dar dixin.”












