• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

    Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

    Ji partî û saziyan banga 21ê Sibatê: Divê Kurdî bi lezgînî bibe zimanê perwerdehiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Navenda Nûçeyan / AW

21 SIBAT 2026 - 15:46
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê li Amedê, Êlihê û Cizîra Botan meş li dar xistin. Di daxuyaniyan de hate xwestin ku Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiya. Keskîn Bayindir li Cizîrê ev peyam da: “Zimanê me stûna yekîtiya me ye.”

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê, Batmanê û Cizîra Botan bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Li her sê bajaran jî daxuyaniya hevpar hate xwendin.

AMED

Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi dirûşma “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” ji ber avahiya DBPa Amedê ya navçeya Rezanê heya ber parka Koşuyoluyê meşiyan. Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, endam, rêvebirên partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî li ser “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û “Em naxwazin zimanê me winda bibe” hatin vekirin û her wiha kesên tev li daxuyaniyê bûn dowîzên girîngiya ziman vedigotin hildan. Daxuyanî ji aliyê Mamosteyê Zimanê Kurdî Nûh Bozkûrt ve hat xwendin.

‘Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heya îro, çand, ziman û nasnameya gelê Kurd hatiye înkarkirin’

Nûh Bozkûrt da zanîn ku 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û di heman demê de jî, ji bo zimanên ku bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne, roja parastin, zindîkirin û pêşvebirinêye û ev tişt gotin: “Bingeha vê rojê têkoşîna gelê bengali ya ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê ye ku ji aliyê dewleta Pakistanê ve hatibû qedexekirin. Di sala 1952yan de xwendekarên Zanîngeha Dakkayê pêşengiya xwepêşandanën li dijî van zext û qedexeyan kir û di encama êrişan de hin xwendekar hatin kuştin. Piştî serlédana bengaliyan, UNESCOyê di sala 1999an de daxwaza gelê bengali qebûl kir û 21ë Sibatê weke Roja Zimanê Dayikë ya Cîhanê hat ragihandin. Ji avabûna Komara Tirkiyeyê heta roja îro, ev 103 sal e ku çand, ziman û nasnameya gelê kurd hatiye înkarkirin û ji bo ku ev înkar ji holê rabe û maf û daxwazên gelê kurd ên wekî statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bên misogerkirin, hîn jî tu gavên micîd nehatine avêtin.

‘Têkoşîna çand, ziman û nasnameya gelê kurd berdewam e’

Nûh Bozkûrt dest nîşan kir ku li gorî daneyên 2025an, li Tirkiyeyê 74 hezar 40 dibistan û 208 zanîngeh hene ku bi tirkî perwerdeyê didin, lê ji bo zimanê kurdi di 103 salên komarê de yek dibistanek ji nehatiye avakirin ku perwerdeya bi kurdî bide. Berdewama axaftina xwe de Bozkurt ev tişt anî ziman: “Her wiha, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê, bi hezaran dibistan hene ku bi tirkî perwerdeyê didin û li gorî lêkolîn û rapirsînan ji sedi 97ë gel perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze, lê heta niha dibistanek ji nehatiye terxankirin ku bi kurdî perwerdeyê bide, saziyên ziman ên ku ji bo fêrkirina kurdi kurs û atolyeyan vedikin, ew jî dibin hedefa rayedarên dewletê û bi KHKyan tên girtin û muhurkirin. Gelê kurd, li hemberi van politikayên înkar, tunchesibandin û pişaftine têkoşîna hebûn û parastina zimanê kurdî dimeşîne û ev têkoşîna çand, ziman û nasnameya gelê kurd berdewam e. Di vê têkoşînë de daxwaza sereke ya gelê kurd ew e ku, politîkayên înkarê bên bidawîkirin û ziman û mafên neteweyî yên gelë kurd di destûra bingehîn de bën qebülkirin û bi zagonan bën misogerkirin.”

‘Eger em qala wekheviyê dikin, divê zimanê kurdî jî xwedî statu be’

Mamosteyê zimanê Kurdî Nûh Bozkûrt diyar kir ku ji cotmeha 2024an ve, ev 16 meh e ku pêvajoyekê dest pê kiriye û divê li aliyê ziman ve gavên şênber bên avêtin û wiha got: “Bi perspektifa Aştî û Civaka Demokratik a ku birêz Ocalan 27ê Sibata 2025an pêşkêşî rayedarên dewleta Tirkiyeyê û raya gişti ya cîhanê kiriye, derfetên nû hatine afirandin ku pirsgirêk bi rê û rêbazên diyalog, hevdîtin û nîqaşan bên çareserkirin û vê pêvajoyê di nava gel û civakê de hêviya çareserkirina pirsgirêkan ava kiriye. Pêwîst e ku êdî rayedarên dewletê jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin, siyaseta înkare biterikînin, maf ú azadiyên nasnameyî yên gelê kurd misoger bikin, dawiyê li wan pêkanînan binin ku li pêşiya azadî û demokrasiyê asteng in. Xwişk û biratî nîşaneya wekheviyê ye. Eger em qala wekheviyê dikin, divê zimanê kurdî jî xwedî statu be, ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû astën perwerdeyê de bê bikaranîn û navên cih û warên ku hatibûn guherandin jî divê li eslê wan bên vegerandin. Ji kolanan bigire heta qada giştî (li dadgeh, dibistan, nexweşxane, kar û barên fermî û hwd. di hemû qadên jiyanê de mafën gelê tirk çi bin, divê yên gelê kurd û gelên din jî ew bin û hemû xizmet divê bi kurdî û zimanên din jî bên dabînkirin.”

‘Têkoşîna bo çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî didome’ 

Nûh Bozkûrt anî ziman ku bi boneya Roja Zimanê Dayikê ew bi bîra rayedarên dewletê dixin ku, di vê pêvajoya hevdîtin û muzakereyan astengên li pêşiya çand, ziman û nasnameya kurdî werin rakirin û ev tişt gotin: “Daxwaza me ya statuya kurdî û perwerdeya bi kurdî bê bicihanîn. Di serî de xalên 42 û 66an en destûra bingehîn û zagonën ku cudakarî û yekparêziye di bingeha xwe de dihewînin, divê ji destûra bingehîn bên derxistin û hemû zagon li gorî peymanên mafën mirovan ên navneteweyî werin sererastkirin. Pêwîst e ku Tirkiye li imzeya xwe ya li binê Peymana Mafën Zarokan a Neteweyên Yekbûyî xwedî derkeve; dûreparêziyên ku piştre daniye ser xalên 17, 29 û 30an rake û berpirsiyariyên xwe yên di Komisyona di bin banê meclisê de hatî avakirin serdana hemû beşên civakê kir û guh da gel. Pêwîst e ku rapora ku dê ji aliyê vê komisyonê ve bê amadekirin û li meclisê bê pêşkêşkirin ji daxwazên civakê yên demokratîkbûnê re bibe bersiv û xizmeta wekheviya xwişk û biratiya gelê kurd, tirk û hemû gelên Tirkiyeyê bike û li gorî daxwaz û pêşniyazên li ser naveroka rapora komisyone zagonên demokratik bên amadekirin û bikevin meriyetê. Zimanê kurdî hebûn, rûmet û nasnameya gelê kurd e. Heta ku zimanê kurdî li vi welatî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê, têkoşîna gelê kurd a parastin û pêşxistina çand, ziman, nasname û hemû nirxên neteweyî dê berdewam be.”

‘Divê em di nava mala xwe de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin’

Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku gelê Kurd îro li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo zimanê xwe li ser piyan e û wiha got: “Gelê Kurd li her derê dengê xwe bilind dike û dibêje ‘vaye ez heme, zimane me heye em ê nehêlin ku zimanê me bimire. Li ser zaravayê Kirmanckî xetere girantir e. Li gorî lêkolînan piştî pêncî salan êdî kes bi Kirmanckî nikare biaxive. Em jî dibêjin ku ev ne tenê barê Kurdan e. Lê pêşî divê em di nava malê, derdorê bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî biaxivin. Zimanê me di hemû beşên jiyana me de ye, di nav têkoşîn, lihevxistin, çand, axaftin, baweriya me de ye. Mirovê ku zimanê xwe nizanibe ew mirov kêm e.”

‘Divê mirov bi zimanê xwe têkoşîna xwe bidomîne’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha domand: “Em di nava pêvajoya Aştî û civaka demokratîk re derbas dibin di nav vê pêvajoyê de cihê ziman cihekî muhîm e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja ku ev têkoşîn da destpêkirin heta îro li ser girîngiya ziman sekînî ye û her car gotiye ku divê mirov bi zimanê xwe têkoşîna xwe bidomîne. Dibêje ku civaka ku em tê de divê bibe civaka demokratîk û dema ku civak bû demokratîk em dibin weke hev. Dema ev wekhevî çêbû bizanibin ziman jî dibe weke hev.”

‘Divê perwerde bi zimanê me be’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku bila kes nebêje ziman dijminê hev in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em baş dizanin ku hemû ziman xwişk û birayê hev in. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statû û zimanê fermî. Perwerde bêziman nabe. Divê perwerde bi zimanê me be. Zarokên me bila hem zimanê xwe hîn bibin hem jî bi zimanê xwe bijîn. Dewlet her gav dixwaze ku em ji zimanê xwe dûr bikevin lê hûn jî dibînin em bizimanê xwe re ne kes bêyî zimanê xwe nikare bijî.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

CIZÎRA BOTAN

Li navçeya Cizîra Botan bi pêşengiya Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek û Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî meşek hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û bi hezaran kes tev li meşê bûn. Welatî bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî meşê bûn û di meşê de bênavber dirûşmên dilsoziya bi ziman re hate berzkirin. Girse li ber Birca Belek civiya û heta Medreseya Sor ango Medreseya Meleyê Cizîrê meşiya.

Piştî meşê Hevseroka CÛDÎ-DERê Evîn Kulja daxuyaniya hevpar xwend.

Bayindir: Zimanê me stûna yekîtiya me ye

Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir ev roj li her kesî pîroz kir û wiha got: “Li cîhanê bi hezaran ziman hene, Tenê zimanê Kurdî tune tê hesibandin. Em dibêjin bila zimanê me bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, ew dibêjin, ‘na, wê dewletta me hilweşe’. Ewqas şîzofren in, nahêlin ku dayikek li Meclîsê bi Kurdî biaxive. Zîhniyeta ku li Meclîsê Kurdî asteng dike, li Cizîrê jî li pêşiya me astengiyan derdixe. Ev rezalet jî rezaleta wan e. Ev der Kurdistan e, warê Meleteyê Cizîrê ye. Hûnê li vir Kurdî qedexe bikin û li Enqereyê jî bêjin ’em birayên hev in’. Ev çawa biratî ye? Dirûst bin. Bila demildest dawî li astengî, zext û qedexeya li ser zimanê me were anîn. We çi kir û nekir lê we nikaribû vî zimanî tune bikin. Xelkê me dev ji zimanê xwe berneda.

Em ê li her derê parastina zimanê xwe bikin. Em ê her cihî û her malê bikin dibistanên Kurdî. Ev berpirsiyariya me ya dîrokî ye. Em ê li benda dewletê nesekinin. Heta ku Kurdî bibe xwedî statû û zimanê fermî wê têkoşîna me bidome. Em ê xewn û xeyalên xwe bi Kurdî bibînin. Ev ziman zimanekî pîroz e û hebûn û rûmeta me ye. Sed sal in hûn negihîştin mexseda xwe. Hûn ê ji niha şûn ve jî negihîjin mexseda xwe. Zimanê me xewna me, siboroja me û xerca yekîtiya me ye. Zimanê rûmeta me ye.”

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ÊLIH

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji ber avahiya DEM Partiyê heta Cadeya Gulistanê meş hate lidarxistin û piştî meşê li ber Peykerê Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyanî hate dayîn. Di çalakiyê de rêveberên DEM Partiyê, TJA, DBP, MEBYA-DER, TUAY-DER, Egîtîm Sen, Navenda Çandê ya Baharê, ÎHD, OHD, Komeleya Alimên Êlihê, Komeleya Timoqiyan, Komeleya Bileyder, Dayîkên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Girseyê di meşê de dirûşmên “Zimanê me hebûna me ye”, “Bê ziman jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn dowîzên ku li ser wan “Bê ziwan cu nêbena” , “Em perwerdehiya bi Kurdî dixwazin”, “Ji û ciwan û çand û ziman”, “Her ca Kurdkî her dem Kurdkî”, “Kurdî nasnameya me ye” û “ Her der Kurdî her dem Kurdî” û pankarta ku li ser “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” hatibû nivîsandin hat hilgirtin. Metna daxuyaniya ku weke hevpar ji aliye saziyên ziman ve hate dayîn ji aliyê Hevserokê Komeleya Çand û Lêkolînên Ziman a Êlihê (ARÎ-DER) Mazlûm Tenha ve hate xwendin.

 

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirPlatforma Saziyên DemokratîkSaziyên Zimanê Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Samî Tan: Divê her Kurdek xwe wekî aktivîstê ziman bibîne

Samî Tan: Divê her Kurdek xwe wekî aktivîstê ziman bibîne

21 SIBAT 2026
ÎHDa Îzmîrê: Mafê perwerdehiya bi Kurdî mifteya aştiyê ye

ÎHDa Îzmîrê: Mafê perwerdehiya bi Kurdî mifteya aştiyê ye

21 SIBAT 2026
‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

21 SIBAT 2026
Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

21 SIBAT 2026
Akademîsyenê Holandî: Kurdî xwedî bingeh e, zimanê perwerdehiyê ye

Akademîsyenê Holandî: Kurdî xwedî bingeh e, zimanê perwerdehiyê ye

21 SIBAT 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Li Amedê ji bo statuya zimanê Kurdî meş hate lidarxistin

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Emê ji bo Kurdî bi Şamê re civînên nû çêkin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parka Gulistana Zimanan bi pirzimanan hat xemilandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (787)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne