• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bi van xebatan ciwanên me bi zimanê xwe mezin dibin’

Fexredîn Kiliç / AW

18 GULAN 2025 - 08:01
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li erdê hatine bicihkirin wiha got: “Bi van xebatan ciwanên me bi zimanê xwe mezin dibin. Em ê zimanê xwe bi hev re gur û geş bikin.”

 

Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kevirên ku beyt û navê helbestvanên Kurd li ser peyarêya li Cadeya Gazî ya li navçeya Sûr a Amedê bi cih kirin. Têkildarî vê yekê rexne û daxwazên gel çêbûn. Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş ku duh têkildarî mijarê li eywaneke Çand Amedê daxuyanî da, derbarê rexne û daxwazên gel ji ajansa me re axivî.

‘Em ê li zimanê xwe xwedî derkevin’

Zeynep Yaş da zanîn ku armanca wan ew e ku weke zimanê axaftinê zimanê nivîskî yê kurdî jî li nav civakê geştir bibe û wiha got: “Ne tenê 15ê Gulanê, 21ê Sibatê û beriya wê jî dema şaredariyên me hatin ser kar, yek ji dirûşma me ya herî mezin bû ku em ê li zimanê xwe xwedî derkevin. Zimanê me dê di nava gel de bibe zimanekî asayî û rojane ku gel zimanê xwe biaxive û dan û stendin û hemû karen xwe bi zimanê xwe pêk bîne.”

‘Helwesta gelê me ji bo me rêzanî ye’

Zeynep Yaş, destnîşan kir ku mafekî rewa ye ku gelek bi zimanê xwe bixwîne û binivîse û wiha domand: “Bi vê mebestê me weke Daîreya Karên Çand û Civakî û Midûriyeta Beşa Ziman weke bajarekî pir çandî û zimanî em hewldanekê dikin ku ev bajar li nasnameya xwe ya çandî û dîrokî vegere û ev weke mîrateyekê di nava gel de geş bibe. Di heman demî de têkiliyên gel ên bi hevdû re xweş bibin. Ev hewldan ji bo vê yeke ye. Helwesta gelê me ji bo me rêzanî ye. Ew daxwazên wan ji bo me rênîşander in ku em bêtir daxwazên wan li ber çavan bigirin. Ev rûmetên me yên nivîskî ne ku ji bo gel pê lê bike ji bo ku gel lê bisekine û bizanin alimên wan, zanayên wan beriya sed salan, pêncsed salan, hezar salan çi gotine, çawa jiyane, çi fikirî ne me bi cih kirin. Ji bo ku kêliyek be jî bêyî ku gava xwe biavêje lê bisekine, biçek be jî bi bîr bîne. Ji ber mixabin nifşên me yên nû ji xwendin û nivîsandinê jî dûr dikevin. Li hember teknolojiye çanda me ber bi têkçûnê ve diçe. Hemû çandên dinyayê di bin xetereyê de ne. Lê bi van xebatan bi hişyarkirin û hişmendiya zimanî ciwanên me, pêşerojên me bi zimanê xwe mezin bibin. Em nirxandinên gel ji bo xwe birûmet dibînin, rêzdarî dibînin. Em ê zimanê xwe bi hev re gur û geş bikin.”

‘Hemû daxwazên gelê me ji bo me ferman in’

Zeynep Yaş, da zanîn ku hemû pêşniyarên gel ji bo wan ferman in û ev tişt gotin: “Hemû daxwazên gelê me ji bo me ferman û rênîşander in. Bêguman em ê daxwazên wan li ber çavan bigirin. Çawa ku em ê bikarin vî zimanî gur û geştir bikin em ê bi gel re di nava dan stendinê de bin.”

Etîket: AmedêçandCazdeya GazîcivakîZeynep Yaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

Li Êlihê bernameyên çandî hatin lidarxistin

15 GULAN 2026
Ghodbedîn Sadeghî: Şano alîkarê demokrasiyê ye

Ghodbedîn Sadeghî: Şano alîkarê demokrasiyê ye

10 GULAN 2026
Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

Şanoger û beşdaran festîvalê nirxand: Armanca vê festîvalê aştî, biratî û wekhevî ye

23 NÎSAN 2026
Şaredariya Amedê ji bo ‘Rêgeha Bîrê’ bangawazî li hunermendan kir

Şaredariya Amedê ji bo ‘Rêgeha Bîrê’ bangawazî li hunermendan kir

13 NÎSAN 2026
Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

Zeynep Yaş: Kerem bikin şanoya cîhanê û hemû rengên jiyanê hîs bikin

11 NÎSAN 2026
Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

Rojbûna Abdullah Ocalan li Salihliyê hate pîrozkirin

3 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kongoyê 118 kes ji şewbeya Ebolayê mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (512)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne