Di roja 7emîn a Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de lîstika navê “The Artist” hat lîstin.
Di çarçoveya 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de, lîstika bi navê “The Artist” a Şanoya Dramatîk a Verelq a ji Ermenistanê hat lîstin. Şanoya ku gelek kes beşdarbûn de saet di 18.30an de li Navenda ÇandAmedê Salona Şanoyê hat lîstin. Şano ji aliyê Alexander Shirvanzade ve hatiy nivîsandin û Aram Nalbandyan derhêneriya wê kiriye.
Şanoya ku 65 qeqîqeyan didome, bi Ermenkî ye. Ji bo şanohezan bi binnivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hat lîstin. Bi vî awayî temaşevanên bi zimanên cuda diaxivin, bi hêsanî lîstikê şopandin.
Bername bi xelatdayîna Serokê Komeleya Ermeniyan Talîm Ohanyan bi dawî bû.














