• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Aygul Kapçak piştî 32 salan hat berdan

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

    Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

Navenda Nûçeyan /AW

14 GULAN 2025 - 11:03
Kategorî: TENDURISTÎ
A A

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ku 9 sal in xebatên xwe di warê derûnnasiyê de didomîne, bi hejmara xwe ya 20an dîsa pêşberî xwendevanan e. Di vê hejmarê de edîtorên kovarê, dosyeya “tendirustiya derûnî û edaleta civakî” ji xwe re kirine mijar.

Di vê hejmarê de nivîs û hevpeyvînên curbicur cih digirin. Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya “Derûnnasiya Aştiyê” li ser rola derûnnasiyê di pêşîlêgirtina tundîtûjiyê û avakirina civakeke wekhev de disekine. Prof. Dr. Burhanettin Kaya bi nivîsa “Edalet Derûniya Mirov Hildiweşîne an Baş Dike?” têkiliya edaletê û trawmayê dinirxîne. Psîkiyatrîst Azad Dildar bi nivîsa xwe ya “Trawmaya Kolektîf, Veguhastina Navnifşî û Edaleta Başker” trawmayên civakî û rola edaleta başker vedikole.

Herwiha, Eren Keskin, Abdurrahim Ozmen, Ercan Şen û Bilal Yildiz bi perspektîfên cuda (hiqûq, antropolojî, derûnnasî û xizmeta civakî) mijara tendirustiya derûnî û edaleta civakî şîrove dikin. Nivîsên din ên di kovarê de ji aliyê nivîskarên wekî Şêwirmendê Derûnî Enver Îleri, Pispora Xizmeta Civakî Gulperi Gunduz, Derûnnas Siyabend Aslan, Derûnnas Samed Dogan, Şêwirmenda Derûnî Gulbeyaz Bozan, Plansaza Bajaran Zeynep Guneş Yildirim, Pispora Trawmayê Psîkoterapîst Hataw Ahmed Sharif, Mamosteyê Perwerdehiya Taybet Wehab Şehîn, Şêwirmendê Derûnî Elîxan Bozan û Mamoste Îlyas Tunç ve hatine amadekirin. Nivîskar Bextiyar Elî jî di beşa “Pirs û Bersiv”ê de mêvanê kovarê ye.

Di edîtoryaya kovarê de Abdulsittar Ozmen, Siyabend Aslan, Azad Dildar, Samed Dogan, Gulperi Gunduz û Leyla Turhan cih digirin. Kovar ji weşanên Avestayê derdikeve û xwendevan dikarin hejmara nû ji malpera Avestayê û platformên dîtir ên firotinê peyda bikin.

Etîket: Azad DildarKovarKurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

7 HEZÎRAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

17 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi diruşma ‘Bijî berxwedana ciwanan’ mezûn bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (308)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne