• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    ‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel piştî 33 salan hate Amedê

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê: Demildest Abdulhalîk Orak berdin

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

    ‘Divê Adnan Oztel ê nexweş tavilê bê berdan û dermankirin’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îsraîl û hikumeta veguhêz têkildarî başûrê Sûriyeyê li hev kirin

Navenda Nûçeyan /AW

25 TÎRMEH 2025 - 10:44
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Îsraîl û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku bi amadebûna nûnerê serokê DYAyê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack li Parîsê hevdîtin kir, der barê rewşa başûrê Sûriyeyê de li hev kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dîplomatîk dane AFPê, wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eshed El Şeybanî û wezîrê kar û barên stratejîk ên Îsraîlê li paytexta Fransayê Parîsê hevdîtin kir. Çavkanî da zanîn ku nûnerê DYAyê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack amadekariyên lidarxistina vê hevdîtinê kiribûn.

Tom Barrack der barê mijarê de daxuyaniyek li ser Xyê weşand. Barrack îşaret bi rewşa li başûrê Sûriyeyê, bi taybet Siwêdayê kir û got: “Duh êvarî li Parîsê min hevdîtin bi sûriyeyî û îsraîliyan re kir. Armanca me diyalog û aramkirin bû ku teqez me bi cih anî. Hemû aliyan pabendbûna xwe bi vê hewldanê nû kir.”

Ji 13ê Tîrmehê ve çekdarên girêdayî hêzên hikumeta Şamê êrişî Siwêdayê kirin. Li gorî agahiyan, di encama êrişan de zêdetirî hezar û 300 kes hatine kuştin. Îsraîlê ku ji bo parastina Durziyên Siwêdayê destwerdan kir, hêzên hikumeta veguhêz ên li Siwêdayê û baregehên wan ên li Şamê bombebaran kiribûn.

Her du aliyan der barê hevdîtinê de tu daxuyanî nedan. Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) metna lihevkirina di navbera her du aliyan de weşand.

Li gorî SOHRê bendên lihevkirinê wiha ne:

– Dosyaya Siwêdayê radestî amerîkiyan tê kirin. Amerîkî dê pêkanîna bendên vê lihevkirinê bişopînin.

– Tevahî hêzên eşîran û hêzên ewlehiya giştî vedikişin derveyî gundên Siwêdayê.

– Ji bo were piştrastkirin ku hêzên eşîran û yên hikumeta Şamê derketine, dê komên Durzî tevahiya gundan paqij bikin.

– Meclisên xwecih ji şêniyên xelkê Siwêdayê were avakirin ku mîsyona pêşkêşkirina xizmetan pêk bîne.

– Komîteya belgekirina binpêkirinan dê were avakirin. Rapora komîteyê radestî aliyê amerîkî were kirin.

– Li Quneytîra û Derayê dê çek werin danîn û bi şertê ku ne xwedî çekên giran bin dê komîteyên ewlehiyê yên xwecih ên ji şêniyên van herêman bên avakirin.

– Qedexe ye rêxistin an saziyên girêdayî hikumeta Sûriyeyê derbasî Siwêdayê bibin. Destûr tê dayîn ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) bikevin Siwêdayê.

Etîket: Amerîkabaşûrê Sûriyeyêdurzîhikumeta vegûhêz a SûriyeyêÎsraîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

AFP: Hizbullahê plana agirbestê red kir

AFP: Hizbullahê plana agirbestê red kir

4 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

1 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Îsraîl ji Çemê Lîtanê derbas bû, Keleha Baufortê zeft kir

Îsraîl ji Çemê Lîtanê derbas bû, Keleha Baufortê zeft kir

31 GULAN 2026
NYyê hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist ‘lîsteya reş a destdirêjiyê’

NYyê hêzên Îsraîl û Rûsyayê xist ‘lîsteya reş a destdirêjiyê’

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Mezinkirina yekîtiyê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ‘Veguherîna Komara Demokratîk’: Divê hemû kes bibe xwediyê pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn hat destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 6ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mûrat Aba: Karê dewletê yê ewil ew e ku qanûnan amade bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bayik û Karayilan: Hewcedarî bi guherîna hişmendiyê heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî: Divê bajarên azad bên avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (155)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne