• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Sêrtê bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Li Enqereyê Komuna Ziman a Ciwanan hate vekirin

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

    Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jin li dijî tundiyê meşiyan: Em bêdeng dimirin

Amed / AW 

25 HEZÎRAN 2025 - 19:07
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Platforma Jinan a Dîcle Amed û Tora Li Dijî Tundiyê ya Amedê têkildarî tundiya li ser jinan meşiyan û diyar kirin ku ji ber derketina ji Peyama Stenbolê, pêkneanîna qanûna 6284an jin bêdeng dimirin.

Li Tirkiye û Kurdistanê di meha gulanê de 21 jin hatin kuştin. Di meha hezîranê de jî bi dehan jin ji aliyê xizmên xwe û mêran hatin kuştin. Li Amedê bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Li Dijî Tundiyê ya Amedê, di nava wan de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, endam û rêveberên DEM Partî, DBPê, saziyên jinan hebûn gelek jin li pêşiya avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û heta Qada Şêx Seîd meşiyan.

Jinan pankarta “Em dijî kuştina jinan di nava serhildanê de ne” vekirin. Di meşê de jinan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Piştî jin gihîştin Qada Şêx Seîd daxuyanî dan. Sekretera Egîtîm Senê ya Hejmara 1ê ya Amedê Arzu Koç daxuyaniyê xwend.

‘Ji di bin navê zayenda civakî de tên kuştin’

Arzu Koç diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê cesaretê dide kujeran û wiha axivî: “Desthilatdar qirîna jinan paşguh dike. Jin di bin navê ‘zayenda civakî’ de tên kuştin. Em bêdeng dimirin. Ev bêdengî ji ber derketina ji Peyama Stenbolê, pêkneanîna qanûna 6284an diqewime. Bi hinceta “Rewşa baş” cezayên kujeran tên daxistin.”

‘Felsefeya me Jin Jiyan Azadî ye’

Arzu Koç destnîşan kir ku armanca wan ne tenê cezakirina kujeran e û wiha domand: “Armanca me jiyana hevpar, guherandina sîstema perwerdehiyê ye. Lê divê pêşî dev ji gotinên dijmanatiye were berdan. Em ê ji bo jiyanek azad, birûmet her dem têkoşîna xwe berdewam bikin. Felsefeya me Jin Jiyan Azadî ye.”

Piştî daxuyaniyê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Etîket: AmedJinmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

Li 4 bajaran aqûbeta windayan hat pirsîn: Heta kujer neyên darizandin aştî pêk nayê

16 GULAN 2026
Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

15 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

Keskîn Bayindir: Em ê Kurdistanê bi zimanê Kurdî bixemilînin

15 GULAN 2026
Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

15 GULAN 2026
Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

Ji Şirnexê banga statuya zimanê Kurdî hat kirin

15 GULAN 2026
Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

Li Êlihê banga meşa “Gavek ji bo Aştiyê” hate kirin

14 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formayê Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (423)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne