Jinên kedkar ên li navçeya Çinarê ya Amedê, mînakeke mezin a pişgiriya civakî nîşan dan. Jinên ku li Atolyeya Teknîkên Sêwirandinê ya Şaredariya Çinarê fêrî pîşeyê bûne, keda destên xwe û xwarinên ku bi awayekî kolektîf çêkiribûn, firotin û dahata wê ji bo dermankirina sê zarokên nexweş bexşandin.
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Çinarê bi awayeke hevpar ji bo jinan perwerdehiya pîşeyî dabûn destpêkirin û 20 jin ji van perwerdehiyan derbas bûn. Jinan piştî komxebatê bi keda destê xwe hin berhem çêkirin û di “Hevdîtina Ked û Çanda Jinê” ya ku Şareredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xistibû pêşkeşî gel kirin. Jinan ji firotina berhemên keda destê xwe bi giştî 43 hezar û 400 lîre kom kirin.
Jinan ev pereyê ku bi keda xwe qezenc kiribûn, ji bo dermankirina sê zarokên ku bi nexweşiya masûlkeyan (DMD) ketine bexşandin.




















