• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Li Dirbêsiyê zêdetirî 200 donim şewitîn û riya Til Temir-Zirganê hat girtin

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Şaredarê Îzmirê Cemil Tugay ji CHPê îstifa kir

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

    Faîk Bûlût: Îsraîl bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne

    Faîk Bûlût: Îsraîl bi piştgiriya Amerîka û Îngîltereyê hevsengiya Rojhilata Navîn diguherîne

    Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

    Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KNKê banga civîna lezgîn kir

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÇILE 2026 - 20:42
Kategorî: ROJANE
A A
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li hemû nûnerên partiyên siyasî û saziyên li Belçîkayê kir ku bi lezgînî bicivin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê êrîşên çeteyên HTŞ, SMO û DAIŞê yên li ser Rojava daxuyaniyeke nivîskî da. KKNê li paytexta Belçîka Brukselê banga civîneke lezgîn kir û daxwaz ji hemû partî û saziyan kir ku ji bo Rojava bibin yek deng.

KNKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser berxwedana lehengane û wiha got: “Rewşa li Rojava ji aliyê her kesî ve tê şopandin û bi zelalî tê dîtin. Pêdivî bi vegotina vê rewşa hesas û xeternak heye. Li Rojava şerekî hebûn û nebûnê tê meşandin. Gelê me û hêzên parastinê bi lehengiyeke mezin li ber xwe didin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat gelê Kurd û dostên wan li ser pêyan in û wiha hate berdewamkirin: “Agirbesteke çar rojî hat ragihandin. Lê tevî vê yekê jî şer ranewestiyaye. Bawerî bi wan nayê; berê jî gotibûn ‘em şer didin sekinandin’ lê nesekinîbû. Her wiha piştî çar rojan tu garantî nehatine dayîn. Divê em bi van gotinan neyên xapandin û xebatên xwe bidomînin. Hemû partî û rêxistin jî ji aliyê xwe ve li dijî vê rewşê dikevin tevgerê. Lê belê bi tenê serê xwe tevgerîn têrê nake.”

KNKê daxwaz kir ku hemû saziyên li Ewropayê bi koordînasyon û bi hev re tevbigerin û wiha domand: “Divê em li dijî vê rewşê bi koordîneyî û bi hev re bixebitin. Çi li hundir çi li derve, divê em li dijî vê rewşa xeternak bibin yek deng. Bi taybetî li derveyî welat, divê em çalakiyên xwe li hev bînin û bikaribin bi hev re dîplomasiyeke navneteweyî bimeşînin. Parastina Rojava, parastina tevahiya Kurdistanê ye.”

KNK’ê ji bo 25’ê Çileyê saet di 11:00an de banga civîneke lezgîn kir û wiha got: “Em plan dikin ku roja Yekşemê, 25.01.2026 saet di 11:00an de li Belçîkayê, di avahiya navenda KNKê ya li Brukselê de civîneke lezgîn pêk bînin. Em hêvî dikin ku nûnerên partî û rêxistinan ji bo beşdariya vê civînê amade bin. Em li benda tevlîbûna we ne.”

Etîket: bangcivînKNKlezgîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê civiyan

16 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

9 HEZÎRAN 2026
KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026
Civata KNKê: Misogeriya herî mezin yekîtiya neteweyî ye

KNK di roja duyemîn de Konferansa Neteweyî nîqaş dike

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Fermandarê YBŞê Emîn Kartal hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Mehmet Emîn Karayilan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya şerê DYA û Îranê: Hezar û 500 kes mirin û 3 milyon kes jî koçber bûne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tûşbayê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em dest bidin hev û aştiyê ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (523)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne